Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump polîtîkaya xwe diparêze û dibêje: “Welatên Ewrûpa û Asyayê mirî ne êdî, peyman bi wan re nayê çêkirin.” guman û nirxandin hene ku ev biryar bandorê neyînî li Amerîkayê jî bike. Lê belê Donald Trump ji polîtîkaya xwe bi paş de gavê navêje. Donald Trump bi taybetî jî Çînê dixe hedefê. Li beramberî vê siyseta Trump, Çînê jî bersiv da, bi rêjeya ji sedî 34 bac danî ser berhemên Amerîkî.
Lê ev mijara gelek girîng ku siyaseta cîhani jî ji nêz ve eleqedar dike çiye? Biryarên Donald Trump li ser tarîfên bazirganî û guhertinên qanûnên darayî yên li ser şîrketên navneteweyî bandorek çawa dide avakirin? Bêguman ev biyar ji nişka ve nehatiye girtin. Rabirdûyek vê heye û ev xwe dispêre gelek biryarên siyasî. Di vê nivîsa xwe de emê bala xwe bidin bandora vê siyasê.
Di dema serokatiya Trump de, guhertina sereke ya darayî Daxistina Bacê û Qanûna Kar (TCJA) bû, bandor li hemû karsaziyên Amerîkî û têkiliyên wan ên bi welatên biyanî re kir.
Baca şîrketan ji %35 hate daxistin ji %21. Di vê biryarê de armanc ew e ku şîrketên Amerîkî vegerînin welat. Ev qanûna ku jê re dibêjin bihişta bacê ji bo karmendên welat dibe ku gelek derfetan ava bike lê bandorek neyînî li ser bazirganiya cîhanî û têkiliyên şîrketên navneteweyî dixebitin dike.
Berê, DYA qezenca şîrketên li derveyî welêt jî bi bacê digirt. Bi biryara Daxistina Bacê û Qanûna Kar, tenê qezenca ku li DYA’yê bacê lê têne girtin. Ev siyaset ji bo şîrketên global ên Amerîkî erênî tê dîtin. Di halê heyî de gelek şîrketên Amerîkî madeyên xam rêdikin derve û ev weke alav ango amûr bi bihayekî pir giran vedigerin welat. Bi vê biryarê tê xwestin ku ev bê guhertin û li welat bi xwe ev madeya xam ji bo xebatên cûda were hilberînkirin.
Bi vir de Erozyona Bingehê û Baca Dij-Abuse (Base Erosion and Anti-Abuse Tax-BEAT) dikeve dewrê. Ev astengkirina şîrketên biyanî yên li DYA-yê xercên zêde ji welatên biyanî re ragihîne. Armanc ewe ku bacê kêm bikin. Lê bi qanûna Dahata Kêm-Baca Ne-Madenî ya Gerdûnî (Global Intangible Low-Taxed Income-GILTI ) tê xwestin ku ji bo qezenca “bêfeyde” ya şîrketên Amerîkî yên ji derveyî welêt bacek ji %10.5 lê tê sepandin. Di vir de jî tê armanc kirin ku dahata şîrketên “qezenca bêdeng” li herêmê zêde bikin.
Bêguman di vir de herî zêde Tarîfên Bazirganî yên Li Ser Çîn û Hevalbendên wê tê nîqaşkirin. Trump gelek tarîf (taxên îthalatê) li ser hilberên Çînî û hin welatên din wek Ewrûpa danîn, bi bahana “parastina karsaziya Amerîkî” dixwazin bigrin dest. Ev yek têkiliyên bazirganî yên navneteweyî tevlihev dike û dihêle ku Çîn di vê miharê de bêhtir agresîv tevbigere.
Biryarên derbarê mijarê de rê li ber gelek nirxandinan jî vedikin. Siyasetvan û aborîzan dibêjin: Vegera darayî şîrketên wek Apple, Pfizer û gelekên din darayê xwe ji derveyî welêt vegerandin DYA’yê ev teqabulî zêdetirî 1 trîlyon dolar ku dibe sedema afirandina kar û zindîkirina borsayê. Tarîf û qanûnên nû yê şerê dadmendiya bacê (tax fairness) li dij Çîn û welatên din pêk anî, bi gotina ku “DYA ji hêla bazirganiyê ve tê meşandin” piştrast bike.
Dijberên vê siyasetê jî dibêjin: Qezenca Zenginan û Şîrketan nêzîkî ji %80 zêdebû ye. Ev cûdahiyê dinava nava reqabeta aborî, bazirganî û civakî. Ger ev siyaset baş neyê plankirin û birêvebirin wê bandorê neyînî li ser hemû beşên civakê çêke. Lê rastiyek heye ku ji ber Amerîka xwe weke hêza kapîtala mezin dibîne zêde guh nade van metirsiyan.
Bêguman ev tarîfên bacê bandorek li Çînê û bihayên hilberênên li Amerîkî kir. Bi taybet talebên ji bo polayê û çandiniyê zêde kir. Bi bersivên Çînê re ji niha ve cotkar û çandiniyên Amerîkî dest bi gilî û gazincan kirine.
Çîn bi sînordarkirina alavên teknolojiyê hewl dide bersivek xurt bide Tarîfên Erozyona Bingehê û Baca Dij-Abusê. Ne tenê Çîn gelek karsaz û şîrketên Ewropî jî ji bo ji van tarîfên bacê yên Amerîkayê bandor nebin di nava hewldanan de ne.
Bi biryara Trump ve baca şîrketên Amerîkayê tê kêmkirin. Lê gelek derdor Daxistina Bacê û Qanûna Kar bi hinceta ku baca şîrketan kêm dike, barê bacê didin ser karkar, xebatkar û kêm-qezencan rexne li vê biryarê digirin. Her çendî nerînên dijber hebin jî heya niha bandora vê biryarê li ser xelkê xwecîhî wê û bi taybet kêm-qezancan wê çi be nayê zanîn.
Gelek derdor jî vê siyaseta Serokê DYA’yê Donald Trump weke “neteweperestiya aborî” dinirxînin. Îdîa dikin ku wî ev biryar di çarçoveya parastin û berjewendiyên xwe yê aborî de girtiye. Di vir de parastina aboriya welat û zêde li ber çavan nehatiye girtin.
Bi kurtî em dikarin bêjin ku siyaseta Trump a bacê ji aliyê hin kesan ve wek “xurtkirina Amerîkayê” hat dîtin, ji aliyê din ve wek “berjewendiya zenginan û şîrketan” tê nirxandin. Bandora wê ya li ser welatên biyanî jî tevlihev e, ji ber ku di heman demê de hin welat berbiçav bûn û hin jî ziyan dîtin.