Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 4 Haziran 2025

Newaya Jin: Hin tişt hatin guhertin

Rojnameya jinê Newaya Jin bi meha Nîsanê de bû 18 salî. Rojnameyê hejmara xwe ya 205'emîn bi manşeta "Tiştên ku hatine guhertin hene" çap kir

Rojnameya jinê Newaya Jin ku bi meha Nîsanê re keta sala xwe ya 18’an, hejmara 205’emîn gihand ber destê xwendevanên xwe. Di hejmara nû de ku bi manşeta “Tiştên hatine guhertin hene” çap bû, çalakiyên 8’ê Adarê, peyamên Newroza 2022’an, 4’ê Nîsanê, Tehcîra Ermen a 1915’an, mijarên ekolojîk û çandê hatin nirxandin.

Akademîsyen Sîmten Coşar işaret bi 8’ê Adarê kir û destnîşan kir ku dengê berxwedanê li dijî desthilatdariyê dikare bê bilindkirin.

Siyasetmedar Nîlufer Koç jî heman mijar nirxand û diyar kir ku piştî 111 salan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” li qadên 8’ê Adarê hatin qîrîn.

Roza Metîna peyamên Newroza 2022’yan nirxand û destnîşan kir ku Newroza îsal hem bi peyamên xwe hem jî bi atmosfera xwe ya bi coş derbasî nava rûpelên dîrokê bû.

Rojnameyê bi wesîleya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hevpeyvîneke taybet li ser zarokatî û jiyana wî weşand.

Rojnamevan Alîn Ozînîan bi bîranîn û vegotinan di gotara xwe de qala Qirkirina Ermenan a 24’ê Nîsana 1915’an kir.

Ekolojîst Sûltan Gulsum bal kişand ser yek ji polîtîkayên şuştina zayendperestî (genderwashing) ‘Femvertisements’.

Ji nivîskarên rojnameyê Hêja Zerya bi wesîleya salvegera 18’an a damezrandina Newaya Jin hest û fikrên xwe parve kir.

Sernavên din ên di hejmara 205’an de hatin weşandin wiha ne:

– Li Fransayê nîqaşên li ser jineolojiyê: Komîteya Jineolojiyê ya Fransayê

– Projeyek bêhndanê. TitulArts

– Parazvanên çanda dayikê: Medya Doz

– Jin nirxên enternasyonalîst pêş dixin: Sarah MARCHA/Amara AMÛDÊ

– Jinên Lor, sembola têkoşîn û rizgariyê: Berjîn Tekoşer

– Dengê xurt ê felsefeya femînîst: Sîlvîa Federîcî: Fîdan Yildirim

– Dema kerengan: Zîn Koçer

– Çîroka şervanekê: Laleş Rênas

– Hûn li hezkirinê rast bên: Kaktus

Hejmara nû ya rojnameyê li ser malpera înternetê ya newayajin.net dikare bê peydakirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar