Mirov ji bo Newroza îsal a 2025’an dikare bêje “erê, vê carê ev roj, ev cejn, li gorî wateya xwe ya dîrokî hat pêşewazîkirin û hat pîrozkirin.
Heke mirov bêje, “Kurdistanî, bi giranî û piranî beşdarî pîrozbayiya vê NEWROZÊ bûn”, ne şaş e. Dibe ku hinek kesên ji ber şerd û mercên tenduristî yan hinek sedemên cuda nikaribûn beşdarî çalakiyên pîrozbayiyê bibin, lê nexwe hema hemû Kurdistaniyên nasyarên vê rojê yên li her deverê beşdarî pîrozbayiyan bûn.
Belê dibe ku hinek kes hebin û bi zanebûn beşdarî pîrozbayiyan nebûbin. Jixwe ew kesan jî tên nasîn ku bi zanebûn li dijî doza azadiyê ne û li dijî rizgariya Kurdistanê ne, sûcdar in û hejmaran wan ewqas kêm in ku ne hêjayî jimartinê ne jî. Her wiha, baş bû ku kesên wisa, tev gemar û qirêja xwe beşdarî roj û cejnên wisa paqij û pîroz bibin.
Îsal, li gel cih û warên tên zanîn, gelek welat û cihên ku NEWROZ lê nehatibûn pîroz kirin an jî bi beşdariyek kêm hatibûn pîroz kirin, vê carê bi coş û beşdariyên gelek zêdetir hatin pîroz kirin.
Weke mînak li Japonyayê, li hinek bajarên Îranê mîna Îlamê, li Sûriyeyê mîna Reqqa, Tebqa, li Tirkiyeyê mîna Mugla, Trabzonê û hwd. pir welatan û bajaran îsal bi beşdarî û coşa xurt NEWROZ hat pêşewazîkirin û pîroz kirin.
Bêguman cewher û hûnerê vê beşdariya zêde ya bi coş û dilxweş, banga Rêber APO ya bi navê BANGA AŞTÎ û CIVAKA DEMOKRATÎK a 27’ê Sibatê bû!
Di despêkê de, têgihiştina gel kêm bû ji vê bangê, têgihîştina wateya wê lawaz ma. Lê hema di demek kurt de şerd û mercên vê serdemê û naveroka cewherê vê bangê ji gel û dostan re hat rohnî kirin, hema di cih de bêrawestan gelê Kurdistanê û dostên Kurdan, bi lez û bez bazdan çalakiyên pîrozbahiya Cejna NEWROZÊ.
Li gel ewqas propagandayên xerab ên dijminane li dijî banga Rêber APO hatin meşandin jî, gelê Kurdistanê û dostên wê, bi lezgînî xwe ji bandora van propaganda û bangeşiyên bêexlaq dûr xistin û guh nedan van gotin û weşanên wan ên rûreş, beşdariya xwe ya çalakiyên NEWROZÊ bênavber dan meşandin.
Hema hema mirov dikarê bibêje, îsal MEHA ADARÊ bi tevayî kete atmosfera ruhê coş û cewhera NEWROZÊ.
Jixwe weke tê zanîn di despêka mehê de, bi çalakiyên hêja ên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkarên Cîhenê re, coş û hestên pîrozbayiyên NEWROZÊ hatibû destpêkirin û heta dawiya mehê, bi NEWROZA 29’ê Adarê ya Frankfurta Almanyayê gihîşt radeya herî bilind.
Bêguman divê rola erênî ya di heman demê de dewamkirina BERXWEDANA TIŞRÎNÊ jî neyê jibîrkirin.
Her wiha helwesta birûmet û lehengî ya gelê me yê vê herêma Roajava-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, gelek watedar û baldar e. Bi dil û can, bê tirsa ji mirinê milê xwe dane milê şervanên xwe û bi vî awayî bûn e mînaka modela demê ya Şerê Gel ê Şoreşgerî!
Rêveberiya AKP’ê, ne li benda helwest û îradeya ewqas mezin a gelê Kurdistanê, dostên wê û Tevgêra Azadiyê bû. Wisa diyar dibe ku ji vê pêvajoya nû hinekî tirsiya bin û hinek ketibin warê temaşevaniyê.
Ji ber ku ew li benda rewşek cudatir bûn û dixwestin banga Rêber APO berovajî bidin xuya kirin û xwe serkeftî bidin nîşandan.
Kurt kurmancî mirov dikare bêje; di vê pêvajoyê de, bi çalakiyên 8’ê Adarê û pîrozbahiya NEWROZ’ê re, gelê Kurdistanê û dostên wan, MEHA ADARÊ weke platforma REFERANDÛMA pejirandina BANGA Rêber APO dan xebitandin û di encamê de serkeftin bi dest xistin.
Belê, ji ber ku xetere jî, derfet jî hîn dewam dikin, lewma divê ji bo serkeftina mayînde û azadbûna Rêber APO, hîn gelek xebat, hişyarî û amadekarî bên kirin.