Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazar - 20 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Newroza Leyla ye

Bi pȇşwazîkirina Newrozȇ re, pȇngava “Bi berxwedanȇ em ȇ tecrîdȇ bişkînin, faşîzmȇ tȇk bibin“ derbasî qonaxeke nû dibe. Ji niha ve diyar e ku Newroza 2019 an, ne mîna hemû Newrozan e. Pȇvajoya ku rȇzdar Leyla Guven da destpȇkirin, li her derȇ belav bû, her wiha 4 heyv li paş xwe hiştin û ket heyva pêncemîn. Tevî hemû astengî û zehmetiyȇn li der û hundirȇ welat, di serî de li zindanȇn dagirkeran, bi hezara dîlȇn azadiyȇ dest bi çalakiyan kirin. Berxwedan û banga rȇzdar Leyla Guven, li hemû navendȇn welat û li derveyî welat, di qada navneteweyî de deng veda.

Jina kurd a pêşeng, bi diruşma bi van gotinan rexnedayîna xwe da; …ji ber ku me heya niha Rȇberȇ xwe azad nekir, em lȇborîna xwe ji Rȇberȇ xwe dixwazin… Her wiha, ji wateya vȇ hevokȇ jî diyar e ku Leyla Guven ji çerx û dewrana bȇbext û sexte re got: Êdî bes e! Şeqama xwe li rûyȇ dagirkerî û bȇbextiyȇ daye.

Di sala 2014’an de, dewleta dagirker bi hemû derfet û hȇza êrîşî kurdan kir û komkujiyên hovane pêk anî. Hovîtiya ku hat kirin ne di tu yasayên navneweyî de hey û ne jî di tu ol û baweriyê de heye. Dewleteke endamê NATO’yê êrîşî gelekî dike û her cure qirkirin û talanê pêk tîne lê hêzên navneteweyî bêdeng in û bêdengî tê wateya pejirandina helwesta sosret.

Dema mijar bibe kurd hemû pîvanên wan di bin siya bazirganiyê de dimînin. Îca fêmkirin û têgihiştina van rastiyan ne derd e û ne jî merem e, tişta esil were lêpirsînkirin ew e ku hinek derdorên kurd xwe sipartine pergala dagirker. Derd û kula herî giran helwesta van kurdan e.

Pergal bi hemû şêwazan dijmantî û dijberiya gelê kurd dike û ji bilî qikirin û înkarê tu şêwaz û rêbazeke din nas nake. Ev dijminatî û polîtîkayên çend salên dawîn nîne û bi sedan sal in heman rengî êrîşî kurdan dikin û heman stratejiyê dimeşînin. Hemû dinya-alem, sazî û dezgehên cîhanê vê rastiyê dizanin û bi peymana Lozanê ev rastî pejirandin. Tenê haya çavên kor, wijdanên mijar, kurdên ku rûmet û heysiyeta xwe firotine ji vê pergalê nîn in.

Ev pergal hebûn û pêşeroja xwe tenê di qirkirin û înkara kurdan de dibîne. Hemû siyaseta xwe, bazirganî, şer, çetetî, dizî û talana xwe xistiye xizmeta stratejiya ku li ser bingehê dijberiya kurdan hatiye avakirin.

Dema dibêjin tecrîd pêwîst e mirov baş vê polîtîkayê binirxîne û li ser vê mijarê baş raweste. Êdî ji her demê baştir hatiye fêmkirin ku qeder û pêşeroja gelê me girêdaî pêşxistin û zexmkirina yekitiya neteweyî ye.

Di vê pêvajoya nazik û dîrokî de du mînakên ku pêşerojê misoger bikin derketin holê; ya yekemîn pêngava ku rêzdar Leyla Guven da destpêkirin û ya duyemîn jî serhildana gelê Şêladizê bû. Her wiha li bakurê Kurdistanê lihevkirina partiyên kurd mizgîniya Newrozê û serdema nû didin.

Dibe ku bedelên giran bên dayîn lêbelê raperîna ku Leyla Guven da destpêkirin dikare pêşî li êşên gelek giran bigire. Serhildan û raperîna gel û nemaze jî xwedîderketina gel a HDP’ê ya ji bo hilbijartinên 31’ê adarê dikare pêvajoyê veguhezîne û planên qirêj yên Erdogan/Bahçelî têk bibe.

Serkeftin a Leyla û hemû berxwedêrên vê serdemê ye. Newroza Leylayan û berxwêderan pîroz be!

 

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar