Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 19 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Newroza Rêber Apo

Pîrozbahiyên li Kurdistan, Tirkiye û derveyî welat beriya Newrozê destpê kirin, bi Newroza Amedê ya 21’ê Adarê gihîşt lûtkeyê. Lê hîn bi dawî nebûne. Pîrozbahî di rojên pêş de bi tevlîbûna bajarên Ewropayê re bandora xwe hîn berfirehtir kir. Herî dawî li Edene, Aydin, Berlîn û Newroza Stenbolê ya bi heybet cihê xwe yê lûtkeyê parast.

Dihate pêşbînîkirin ku ev pîrozbahiyên ku beriya Newrozê destpê kiribûn, wê pir bi heybet, bi coş derbas bibin û ji yên berê qat bi qat derbas kir. Sedema vê yekê “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber Apo ku di 27’ê Sibatê de kiribû. Ji ber vê yekê, ev rewş dihat hêvîkirin. Heta qat bi qat wê derbas kir; wateya ruh didê, coş û kelecanê lê zêde dike, hest û kêfê didê, hêviyê zêde dike û kesên li ber mirinê radike ser piyan, dide meşandin û biryardariya derxist holê îfade dike. Her wiha tirs xist dilê baronên şerê taybet û qirêj ên ku li ser xwîna Kurdan xwe didin jiyîn.

Wateya ku li Newroza 2025’an bar kiriye, di dil û hişmendiyê de bi cih bûye û çawa ku mîrateya dewr girtiye di asta herî jor de temsîl kiriye, bi heman awayî îro xwe şênber kiriye û gihandiye pêşerojê. Ji bilî van tiştan, ne pêkan e ku mirov li ser pîrozbahiya Newrozê ya ku di 21’ê Adara 2025’an de derketiye lûtkeyê, şîrove û nirxandinên din bike. Ligel vê heqîqetê, yên ku vê yekê paşguh dikin û cuda difikirin hebin; ew yan kor in, ker in, mejiyê wan seqet in, an jî xerabin û niyeta wan nebaş e.

Bi sed hezaran kes bi rojane Newrozê pîroz dikin, di pîrozbahiyan de posterên Rêber Apo hilgirtin û dirûşmên “Bijî Serok Apo” berz kirin. Di 21’ê Adarê de bi taybetî li Amedê, li Kobanê, Qamişlo, Hesekê, Heleb, Tebqa bi milyonan kes Newroz pîroz kirin. Roja din li Dîlok, Edene û Berlîn bi pîrozbahiyên Newrozê veguherî deryaya gel. Zarok, ciwan û pîr, jin û mêr, Kurd, Ereb, Ermen, Asûr-Suryan-Keldan, Tirkmen û gelek nasname, çand û baweriyên din li bajar, bajarok, navçe û gundan daketin qadan û qad tijî kirin. Rengên sor, zer, kesk, şîn, binefşî, bi çi rengên din ên ku hebûn bi hevsengiyekê qad xemilandin. Bi ensturmanan re stranên xwe gotin, bi dîlan û lîstikên xwe yên gelêrî qadan coşandin û dirûşmên xwe berz kirin. Li qadan hest, hîs, raman û hişmendiya hevpar a ku di hiş û dilên xwe hewandin, qad veguherandin cejnê.

Bi milyonan kesên ku qad tije dikirin tenê daxwazek wan hebû. Ew jî di roja Newrozê de hatin cem hev de, biryardariya wan a bi girêdana wate, ruh û girêdana bi nirxan re rê nîşanî jiyan û pêşeroja wan da. Divê li ser bingeha ku 21’ê Adarê kiriye Newroz girêdayî bimîne.

Newroz weke sembola dijberiya koletiyê, parastina azadiya xwe, hilbijartina jiyana azad, berxwedan û serkeftinê bi wate bû. Îro jî heman wateyê îfade dike. Gelê Kurdistanê di nava “jiyanek” ji koletiyê wêdetir de girtin û hewl dan di bin pênçê qirkirina fizîkî û çandî de ji dîrokê bên paqijkirin. Şerê Cîhanê yê Sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e û tiştên li ser gelên Rojhilata Navîn tên ferzkirin, ji vê wêdetir tu wateyê îfade nake. Di nav gelên Rojhilata Navîn û sînorên ku têde hatine hepskirin de weke ku xwedî “mafan” ne tên nîşanda jî, vê rastiyê naguherîne. Ev yek di encamên Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de diyar dibe ku ji sala 1990’an û vir ve 35 sal in Rojhilata Navîn veguherandiye gola xwînê. Sedema bingehîn a ku bi milyonan mirovên ku ziman, çand, nasname û baweriyên wan cuda ne di Newroza 2025’an de xwedî li “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêber APO derketin, ev rastî ye; li hemberî pergala koletî û tunekirinê, tercîha xwe di aliyê aştî û azadiyê kirin.

Dibe ku hin kes heqîqeta gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn ji nedîtî ve bên û vê berovajîkirinê li gorî berjewendiyên xwe bibînin. Dibe ku dixwazin beşdarbûn û xwedîderketina xurt a Newroza 2025’an weke “piştgiriya” ji bo “PKK xwe fesih bike û çekên xwe deyne” nîşan bidin. Hinekên bi vî rengî jî hene. Û heta îro gelek caran wekî rêbaza şerê psîkolojîk serî li vê rêbazê dane. Wan bi vî rengî bersiv dabûn ‘agirbesta’ PKK’ê ya ku li ser ‘Banga Aştî û Civaka Demokratîk’ ya Rêber APO hatibû îlankirin.

Ev kes û derdorên ku li ser şerê taybet ê qirêj xwe didin jiyîn, piştî “agirbesta” PKK’ê, pisûleyên bangê û belavokên ku berê amade kiribûn bi rêya balafirên şer û helîkopterên Tirk li herêmên gerîlayan belav kirin. Bêşerm û bêfedî bi gotinên weke “PKK belav bû” û “werin teslîm bibin” di van pisûleyên bangê û belavokan de bi cih kiribûn, belav kirin. Ketin bêtêlên ku gerîla bi kar dianîn û “bangên” wiha domandin. Ji ber vê yekê ne tiştekî ecêb e ku ew ranxur, biryara “agirbestê” ya PKK’ê bi vî awayî îstîsmar kirin, amûra şerê qirêj ê bi xwîna Kurdan xwe dide jiyîn û bi berovajîkirina heqîqeta Newroza 2025’an wê ji niha şûnde serî li taktîkên şerê psîkolojîk bide.

Desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê di serdema xwe ya herî zehmet re derbas dibe. Dikare bê gotin ku wî hemû derfet û hêza xwe qedandiye. Bi sûdwergirtina ji şert û mercên diyarkirî hewl dide ji xwe re dem û derfetan biafirîne. Ji bo bidestxistina vê yekê jî dudilî nabe û serî li taktîkên şerê taybet dide. Lê belê di vê qonaxê de rêbazên ku wî serî lê daye dubare dibe û aşkere bûye, ev nakokî û pirsgirêkên ku dijî kûrtir dike û nikare ji nav derkeve. Helwesta ku li hemberî banga Rêber APO ya di 27’ê Sibatê de nîşan dane, nîşaneya xitimandineke bi vî rengî ye.

Bi milyonan kesên ku qadan tije kirin, Newroz kirin NEWROZ’a Rêber Apo û “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” erêkirin, bersiva herî di cih de dane kesên ku di şerê qirêj ê taybet de israr dikin û dixwazin hebûna xwe li ser xwîna gelan bidomînin. Bi vê bersivê re Rêber Apo silav kirin û girêdana xwe ya bi Rêber APO re careke din nîşanî mirovahî û cîhanê dan.

Nûçeyên Têkildar