Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Cumartesi - 19 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Newrozê peyama xwe da

Li seranserî Kurdistanê û derveyî welat Newroza 2025’an di bin dirûşmeya “Rêbertiya Azad, Civaka Demokratîk” hat pîrozkirin. Newroza ku banga Rêber Apo mohra xwe lê da, ji aliyê gelan ve bi rihê serhildanê hat pêşwazîrkirin. Li qadên Newrozê ji 7 salî heya 70’ê salî ji her beşên civakê kes hebûn. Peyamên hatin dayîn, coş û heyecana gel ya li qadan hêjayî dîtinê bû.

Pir aşkereye ku pêvajoya ku em tê de reng û şeklê Newroza îsal jî diyar kir. Pîrozbahiyên girseyî rastiya Newrozê bi hemû girîngiya xwe danî holê. Em dikarin vekirî bêjin ku Newroz îsal li gorî nav û rastiya xwe hate pêşwazîkirin. Her kesê li qada Newrozê, bi tîna agirê hatî geşkirin ev rastî hîs kir û jiya.

Ji despêka Adarê ve di serî de Kurd hemû gelên herêmê xwe ji bo pîrozbahiyên Newrozê amade dikirin. Newroza îsal bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk ve aşkere bû ku wê di atmosfereke pir cûda de were pêşwazîkirin û pîrozkirin. Jixwe her kesê ku piştgirî da vê banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo ev peyam li qadên Newrozê bigihêje bi mîlyonan di nava xebatek girîng de bû. Lewma em dikarin bêjin ku amadekarî û xebatên ji bo Newroza îsal hatibûn kirin ji gelek milan ve baş û erênî bûn.

Bêguman, Newroz ji bo gelê Kurd ne rojek şahî û kefxweyê tenê ye. Ji dîrokê heta niha Kurd li himberî pêşketinên tên jiyankirin di Newrozê de helwesta xwe raber dikin. Ji vî aliyî ve ji bo gelê Kurd Newroz di heman demê de tê wateya helwest nîşandanê jî. Ger îro li qadên Newrozê bi milyonan kes bi yek dengî xwedî li peyama Rêber Apo derdikevin, mirov nikare vê ji rastiya dîrokî ya têkoşîna gelê Kurd û rastiya Newrozê bigre dest. Di dîrokê de gelek mînak hene ku gelê Kurd bi Newrozê xwe ji nû ve afirandiye. Wisa diyare ku Newroza 2025’an jî wê yek ji van Newroza be.

Ger gelê Kurd ruhê Newrozê, berxwedanê ji xwe re esas negirtiba, ne mimkûn e ku li himberî van êrîşên piralî yên hêzên dagirker bikariba di vê astê de berxwe bida. Lewma em dikarin bêjin ku Newroz ji bo gelê Kurd gelekî girîng e. Em vê girîngiyê çiqas bibêjin û lê serwet bibin ewqas baş û girîng e.

Li qadên Newrozê zêdebûna jin û ciwanan li ber çava bû. Ciwan pêşeroja civakê ne. Xwedî derketina ciwanan li kevneşopiyî û dîroka xwe girîng e. Li seranserî Kurdistanê helwesta ciwanan ya li qadên Newrozê hêjayî dîtinê bû. Têkoşîn û kevneşopiya ku ciwan û jin jêre pêşengiê bikin ne mumkune ku bi ser nekeve. Jixwe serketina ruhê Newrozê li dijî Dehaqan xwe dispêre vê rastiyê.

Bêguman Newroza Amedê ji bo Bakurê Kurdistanê bû asta herî bilind. Zêdeyî milyonek kes herîkîn qada Newrozê û bi yek dengî xwedî li payema Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketin. Dîtina vî dîmenî û kelecana ku derketî holê, ji bo her kesê dilê wî/ê ji bo azadiyê lê dide heyecanek mezin da avakirin. Ne tenê li Amed li seranserî Bakurê Kurdistanê ji 12’ê Adarê gel li qadan bû û bi geşkirina agirê Newrozê di vê pêvajoê de helwesta xwe nîşan da.

Em dikarin bêjin ku yek ji deverên herî girseyî Newroz lê hate pîrozkirin jî Rohilatê Kurdiatanê bû. Li Rojhilatê welat li gelek navandan gel bi cil û bergên xwe yên netewî cejna Newrozê pêşwazî kir. Em dizanin ku Rohilatê Kurdistanê di warê çandî û kevneşopiyên dîrokê de xwedî rolek girîng e. Di Newroza 2025’an de gel di çarçoveya banga Rêber Apo de herikîn qadan û dengê xwe tevlî dengê azadiyê kirin. Li gorî nerîna min peyama ku ji vî parçeyê welat hatiye peyamek xurt dide gelek derdoran. Gel tevî hemû zext û astengiyan jî di ferqa rastiya civaka xwe de ye. Dizane peyamên di Newrozê de tên dayin xwedî çi girîngiyekê ne.

Li Herêmên Bakur û Rohilatê Sûrî jî cejna Newrozê li gelek navenda bi girseyî hate pêşwazîkirin. Li vî perçeyê welat tevî êrîşên dagirkeriyê jî gel xwedî li hebûna xwe derket. Li Başûrê Kurdistanê jî Newrozê rengê xwe diyar kir. Li Şengal, Mexmûr û Qendîlê peyama Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bi geşkirina agirê Newrozê pîroz kir. Ne tenê li Kurdistanê ji Ewropayê heya Asya, ji Amarîka heya Rûsya li her devara ku Kurd lê dijîn bi şahiyan Newroz hat pêşwazîkirin.

Bi kurt û Kurmancî Newroza îsal ji bo hemû derdoran peyamek xurt bû. Ev peyama xwedî derketina banga Rêber Apo bû. Ev peyama mezinkirina têkoşîna li dijî înkara çand, nasname, hebûn û îradaya gelê Kurd bû. Rast xwendina vê peyamê girîng e. Divê herkesê ku li ser Kurdan hesaban dikin dengê bi milyonan ên ji qadên Newroze bilind bû bibihîse û li gori wê hesabê xwe bikin. Divê were zanîn ku hemû hesabên vê îradeyê tine bihesibîne ne mumkune ku bihgihêje serkeftine. Gelê Kurd bi gurkirina agirê Newrozê li çar aliyên Kurdistanê nîşanî hemû kesî da ku ew heye û her hebe.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar