Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Nexweşxaneya Sahrayê bi leşkerên birîndar tijî bûye

Êrîşên ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê di 17’ê Hezîranê de li herêmên Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Kurdistanê dane destpêkirin bi pevçûnên dijwar didomin. Ji ber pevçûnên dijwar di xeta Colemêrgê de her roj liv û tevgera helîkopeteran û leşkerî heye.

Rojên derbasbûyî di xeta Colemêrgê de li gor agahiyên me bi dest xistibûn 127 cerdevan biribûn herêma Zapê. Hat hînbûn ku pêr bi navê “Tîmên Şerker” 48 cerdevan ji navçeya Geverê birine herêma Zapê. Hat zanîn ku cerdevan ewilî birine herêma Oremarê dû re birine 34’emîn Fermandariya Tûgayê û ji vir jî bi helîkopteran birine herêma Zapê.

Li gorî agahiyên hatin bidestxistin, hat diyarkirin ku hema hema hemû qawişên Nexweşxaneya Sahrayê ku li qereqola leşkerî ya li gundê Gêmanê yê navçeya Çelê ya Colêmêrgê hatiye avakirin, bi leşkerên birîndar tijî bûye. Hat bilêvkirin ku gelek leşker naxwazin tev li êrîşan bibin û îstîfa kirina gelek leşkeran jî tên astengkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar