Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Nijadperestên tirk bi lez û bez hatin berdan!

Ji koma nijadperest a ji 30 kesî pêk tê ku êvara pêncşemê li ber Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê êrîşî sê ciwanên kurd kirin, du kesên hatibûn binçavkirin bi bayê bezê hatin berdan

Nijadperestên paramîlîter ên dewleta tirk ku nêzî 30 kes bûn, êvara pêncşemê bi kêran êrîşî sê ciwanên kurd kiribûn.

Du ji êrîşkarên nijadperest hatibûn binçavkirin. Li hemberî êrîşkarên nijadperest Îsa Kok û Fatîh Temel ji ber ku beriya niha jî li Fakulteya Hiqûqê ya Zanîngeha Enqereyê bi kêr û satoran êrîşî xwendekaran kiribûn, doz hatibûn vekirin. Tevî vê yekê jî dozgeriyê herdu êrîşkar bi lez û bez berda. Nayê zanîn ku wekî din kes hatiye binçavkirin an na.

K.Y. ê ku di êrîşê de birîndar bû, piştî ku li nexweşxaneyê birîna wî hat dermankirin, birin Amîriya Navenda Polîsan a li herêmê û îfadeya wî girtin.

Îsa Kok ê ku kêr li K.Y. xist, demeke kurt beriya êrîşa nijadperest li ser tevna dîjîtal di wesayîtekê de wêne kişandibû û nota ‘Ne gera êvarê ye’danî bû. Ev wêneyê ku tê texmînkirin li cihê êrîşê hatiye kişandin, nîşan dide ku êrîş plankirî ye.

Tê gotin ku Îsa Kok û Fatîh Temel bi telefonekê komek ji 30 êrîşkarên nijadperest kom kirine. ENQERE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar