Di 26-27’ê Mijdara 1978’an de koma tovik a Apoyî li Licê ya Amedê ji bo kongreya yekemîn lidarbixin lihev kombûn. Di kongreyê de du jin jî amadebûn. Di vê kongreya ku qedera gelê Kurd diyarkiriba de axaftina destpêkê Rêber Apo kir. Di kongreyê de li beramberî şehadeta Hakî Karer biryara partîbûnê hate girtin û Rêber Apo wek Sekreterê Giştî yê PKK’ê hate hilbijartin.
Dema ku Rêber Apo li ser armanca dîrokî ya hevdîtinê rawestiya, wê li ser şert û mercên zayîna têkoşîna rizgariya neteweyî û pêşengiya wê ya siyasî û bîrdozî jî nirxandinan bike. Di heman demê de, wê gavên ku dijmin biavêje, di serî de sazûmana rêxistinî ya Tevgerê, statuya wê, îmkanên têkoşînê, rewşa îro ya kadroyan, geşedanên siyasî yên li Kurdistan û Rojhilata Navîn bên nîqaşkirin. Beşek ji axaftina Rêber Apo ya di kongreya yekem a PKK’ê de aniyî ziman emê di vê dosyayê de parve bikin.
Rêber Apo axaftina xwe ya ku tespîtên dîrokî dike de wiha dibêje: “Di vir de me kêm an zêde şovenîzm û şovenîzma civakî derbaz kir û layiqî dîroka welat û cewhera wê bû, an jî di vî warî de ketine pêvajoyek geşepêdanê. Heman demê de me kariye hêdî hêdî dest bi belavbûna welat bibin. Ger me di warê bîrdozî de, li metropolên neteweya serdest, li navendên perwerde û çandê yên girîngtir pêşketineke wiha bi dest nexistana, em piştrast in ku ne me dê vegere şert û mercên welat û ne jî me dikarîbû li vî welatî pirsgirêka şoreşê ji xwe re bidîta, ne jî komên sereke û komên herêmî yên ku îro li virin derbixistana holê.
Piştî Kemalîzma ku li ser vê bingehê îdeolojîk şeklê herî xurt ê neteweperestiya neteweya serdest e û şovenîzma sosyal ku di nava refên çepên şoreşger de şiklê wê ye, bi awayekî berfireh hatin eşkerekirin û di encama van rexneyan de piştî me fêm kir ku em nikarin zêde tiştek di vir de bibînin û me pêwîstiya vegera welat zelaltir kir. Li ser vê bingehê me karî ji hêmanên dilnizm û dilpak ên ku ji bo berjewendiyên gel tevdigerin re rave bikin ku ji bo afirandina cih ji bo hêzên pêşverû û geşepêdana gel di warê civakî, çandî û siyasî de, ji bilî vegerê li welat ti çareya me nemaye.
Şovenîzma civakî gelek xeternake û li dijî vê pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Di rastiyê de pratîka îro û asta ku em îro gihiştine, nîşanî me daye ku di qada bîrdozî de diyarkirina armancên xwe çiqasî zehmet e. bi vî awayî. Çend kom nûnertiya şovenîzma civakî dikin, çend kom nûnertiya neteweperestiya teslîmkar a reformxwaz dikin, çawa ji cîhanê fêm dikin, li ser çend koman dabeş dikin, me tu carî van ciddî negirt.
Ger bi baldarî lê binêrin, wê demê dev ji bûyîna hêzek hezar û deh hezar kesan berde, em nedikarîn wek pênc-deh kes jî bihatana cem hev. Li aliyekê nûnerên paşverûtiya herêmî ya li wir, li aliyê din jî nûnerên burjuvaziya neteweyî ya serdest, mafê jiyanê jî nedan me. Her wiha paşvemayîna me ya çandî ya xwezayî û nekarîna me ya ku em xwe bigihînin şêwazên ramanê yên hemdem ên li cîhanê, em di tengasiyek mezin de hiştin. Lê wek min got, dema ku birînên bi vî rengî rast hatin tespîtkirin û me xwe li ser esasê veguheztina ji çavkaniyên sereke yên Marksîzmê esas girt, ne mimkûn bû ku geşedanek çênebe. Eşkere bû ku komek têkoşînê, çi tenê û çi biçûk be jî, ku armancên dîrokî û şênber ên wisa rast ji xwe re danîne holê, wê teqez pêş bikeve, li wir teşe bigire û pêşengiya welat bike. Baweriya me ya wê demê ev bû.
Pratîka ku îro pêşketiye hîn zêdetir nîşanî hevalan daye ku em çiqasî rastin. Ji ber vê yekê têkoşîna me ya li dijî şovenîzma civakî em birin welat. Di heman demê de têkoşîna me ya îdeolojîk, rêxistinî û operasyonî ya li dijî hêzên serdest ên herêmî yên li welêt, beşên bûrjûwazî, bûrjûwaziya biçûk û feodal û nûnerên wan, em bi gel re kirin yek.
Me li dijî hêzên paşverû yên herêmî, nûnerên wan ên di qada îdeolojîk de têkoşîn da û di demeke kin de ew têk birin û li pey xwe de hiştin. Bi xistina derbên girîng li wan, me karîbû bi kêmanî jî be di warê bîrdozî de li ser beşekî mezin ji welatê xwe kontrol û bandora xwe bi dest bixin.”
Piştî 21 salên têkoşîna bênavber a siyasî, leşkerî û civakî ya PKK’ê, di sala 1998’an de Komploya Navneteweyî ya ku hêzên emperyalîst û hevkarên Kurd jî di nav de bûn, ket meriyetê. Komploya Navneteweyî ya ku di 9’ê Cotmehê de dest pê kir, di 15’ê Sibata 1999’an de bi dawî bû. Hêzên emperyalîst bi vê komployê tasfiyekirin û qirkirina çandî ya li ser gel û Tevgera Kurd hedef dikirin. Lê Rêber Apo vê komployê bi parastin û paradîgmaya nû pêşxistî pêşxistî vale derxist. Rêber Apo di parêznameya xwe ya 5’emîn a bi navê ‘ Parastina Kurdên Di Pencê Qirkirina Çandî de’ ya li Girtîgeha Îmraliyê de dema avabûna PKK’ê nirxandiye.
Rêber Apo ku gava yekem car gotina ‘Kurdistana mêtîngehe’ bikar anî, ji hişê xwe çû, wiha rastiya dîrokî rave dike:“Dema bi têgîna ‘Kurdistan metîngehe’ lerizîn ket mejî û dilê min û paşê bêhiş bibûm, buyera yekem û dawî bû. Bi rastî mi ecêb pêşwazîkiribû, lê pêşkeftinên piştre dê nîşan bidana ka çima têgehek ewqas bi bandor bû. Lê îfadekirina bandora destpêkê hîna jî ji min re zor tê. Di demekê ku fermana mirina Kurdistanê û Kurdayetiyê di şeklê xwe yê herî tarî de hat dayîn û jiyîn, biryara vejîneke têgînî hem li Enqereyê û hem jî bi tena serê xwe dayîn, analîzeke ewqas cidî hewce dike ku bibe mijara romanê.”
Wek bi xwe Rêber Apo diyar dike ku ew bi xwe hem di nava tevgerên ciwanên şoreşger ên Kurd û hem jî yên Tirk de cih girtiye, bandorbûna xwe ya ji wan tevgeran wiha tîne ziman: “Min navên THKP-C, THKO, TKP/ML-TÎKKO bihîstibû û bûm şahidê şehadeta leheng a pêşengên wan. Min şahîdî kir ku Serokê THKP-C Mahîr Çayan, Serokê THKO Denîz Gezmiş û Serokê TÎKKO Îbrahîm Kaypakkaya rastiya gelê Kurd û neteweya Kurd tevî berdêla canê xwe anîn ziman. Bê guman li gel çend faktorên din ên ku di rêza duyemîn de derketin, şahidiya van pêşengên ku ji dilê ciwanan derketine ji bo heqîqetê, faktorên sereke bûn ku min teşwîq kir ku li ser rastiya xwe bimeşim.”
Rêber Apo di dema kombûnê de balê dikişîne ser rastiya di navbera xwe û gundiyan de, der barê wan rojan de van tiştan dibêje: “Mirov cesaret bike ku li ser rastiya xweya bingehîn bimeşe tişteke, mirov bizane dê çawa bimeşe tiştek dine. Di dema dibistana seretayî de ezmûna min ya avakirina koma nimêjê ji zarokan hebû. Tecrubeyên min ên komên din ên pastoral jî hebûn. Lê cesareta ku li ser rastiya kujer bimeşe û gavên xwe yên yekem bavêje, derketinek bêhempa ye. Piştre gelek hat niqaşkirin û rexne hatin kirin; ‘polîs çima nekarî bibîne, çima di wextê xwe de tedbîrên xwe negirtine?’ Lê, rewşek ewlehiyê tune bû. Derketinek ecêb hebû ku mirov dikare wekî mînakek wek mecnun bihesibîne: Derketinek ku dikare bibe çavkaniya hêz û rastiyê, lê heke ne baldar be, dikare bibe çavkaniya qelsî û xeletiyê. Zehmet e ku mirov bersiva pirsa ku çiqas ji wê kiryarek aqil bû û çendek jî karek hestiyar bû, ne pir watedare. Di salên 1970-1980’an de li Tirkiyeyê ku mirov bi feraseteke siyasî ya li ser du peyvan bimeşe û bijî pir girîng bû. Ne sal, roj wek guleyê giran derbaz dibun. Armanca çaverêkirî bi xwe ji xewnê nezelaltir bû. Lê ez pê bawer bûm ku tewra bûna di komekê de jî têgihiştinek mezin bû. Ne zehmet bû ku mirov texmîn bike ku lîstika me ya komê ya ku di bin çavê polîsê herî bi qîmet ê îstîxbaratê de dihat lîstin, cidî nehate girtin, hetta sivik hat dîtin û rastî tinazê hat. Wan weke serpêhatiya min a civakî ya destpêkê (serpêhatiya Kurdbûnê) ku gotina gundî ya ku ‘tu ji texteyê hişk re daxivî, tu yê çawa parçeyê texte şîn bikî’, eşkere bû ku ew bi bêbawerî re pêşwazî dikirin.”
Rêber Apo di berdewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wan piştî 5 salan cesaret kir ku navek li koma xwe bikin û wiha domand: “Her wiha gelek komên di temenê me de dudilî nedibûn ku me weke ‘Çeteyên Yandım Allah (Yandim Allah Çetesi)’ bihesibînin. UKOCULAR û APOCULAR navên destpêkê li me hatîn kirin bûn. Navlêkirin rûmet bû. Wek navek li zarokekî were kirin. Lê ev nav ne tercîhên me bûn. Di dema komê de me tenê dikarîbû xwe bi navê Şoreşgerên Kurdistanê bi nav bikin. Pênc sal piştî ku em wek komek ji dayik bûn, me cesaret kir ku navekî rast li xwe bikin. Rêwîtiya pir bi kelecan û mîna mecnun a ku di Newroza 1973’an de li berpalên Bendava Çubuk a Enqereyê destpê kiribû, di 27’ê Mijdara 1978’an de li gundê Fîsê yê navçeya Licê ya Amedê bi navê PKK’ê bi encam bû, wê demê me dê xwe wekî rûmeta xwe rizgar kirî hesibandiba. Ma armancek ji vê mezintir heye? Ji xwe, rêxistina modern a çîna modern hatibû avakirin.”
Navê 22 delegeyên beşdarî kongreyê bûyîn wiha ne:
Abdullah Ocalan
Mehmed Xeyrî Durmuş
Mazlûm Dogan
Seyfetîn Zogurlu
Cemîl Bayik
Dûran Kalkan
Alî Haydar Kaytan
Sakîne Cansiz
Ferzende Tagaç
Abdullah Kumral
Bakî Karer
Kesîre Yildirim
Alî Gunduz
Huseyîn Topgîder
Alî Çetîner
Abbas Goktaş
Faruk Ozdemîr
Mehmed Cahîd Şener
Mehmet Turan
Şahîn Donmez
Resul Altinok
Suphî Karakuş
Mehmet Karasungur ku li Berxwedana Hîlvanê bû û Kemal Pîr jî ku di girtîgehê de bû, kadroyên pêşeng ên nekarîn beşdarî kongreyê bibin bûn.
Çavkanî: Rojnews