Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Nobeda Demokrasiyê: Jin dê bi geşkirina têkoşîna xwe bersivê bidin qeyûman

Tevî zext û zordariya polîsan jî li Wanê bi tevlêbûna gelek kesan çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Di çalakiyê de aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Bor anî ziman ku qeyûm piştî ku hate tayînkirin, di serî de êrîşî destkeftiyên jinan kirin. Bor da zanîn ku dê bi bihêzkirina tifaqa jinan û geşkirina têkoşînê re bersivê bidin qeyûman

Li Wanê bi tevlêbûna parlamenter, hevşaredar, endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) û gelek welatiyan di roja 33’yemîn de jî çalakiya Nobeda Demokrasiyê hate lidarxistin. Çalakî li pêşiya avahiya HDP’ê ya Rêya Armûşê hate lidarxistin.

Aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi pankarta ‘Hevserokatî xeta me ya mor e’ ji Kolana Mîllî Egemenlîkê heta avahiya HDP’ê ya navçeyê meşiyan. Di meşê de dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’ û ‘Qeyûm dê biçe gel dê were’ berz kirin û tililî lîlandin. Lê polîsan meş asteng kir û nehiştin ku rojnamegeran dîmenan bikişînin. Tevî astengiyan jî jin heta ber avahiya HDP’ê meşiyan.

‘Qeyûm dagirkerî û zordarî ye’

Li pêşiya avahiya HDP’ê daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de bi boneya 27’emîn salvegera qetilkirina rewşenbîr, nivîskar û rojnamegerê kurd Mûsa Anter pankarta ‘Apê Mûsa bi rêzdarî bibîrtînin’ hate vekirin. Daxuyanî ji hêla aktivîsta TJA’yê Rojbîn Bor ve hate xwendin. Bor destnîşan kir ku tayînkirina qeyûman, dagirkerî, zordarî û darbe ye.

Hedefnîşandana Leyla Guven

Bor piştre jî da zanîn ku girtina hevseroka HDP’ê ya Wanê Yadîşen Karabûlak û Nesîbe Akdag û Dîlan Yildiz ên HDP’î derqanûnî ye û wiha derbirî: “Em pir baş dizanin ku ji me ditirsin. Em dîsa dibêjin ku hedefnîşandana hevseroka KCD’ê Leyla Guven, hedê tu kesî nîne.” Bor bi lêv kir ku qeyûm piştî ku hate tayînkirin, weke karê destpêkê sazî, daîre û navendên jinan girtin û wiha pê de çû: “Li dijî vê darbeyê, em ê têkoşîna xwe geş bikin û bi bihêzkirina tifaqa jinê re bersiv bidin.”

Piştî daxuyaniyê parlamanterê HDP’ê yê Şirnexê Hasan Ozguneş axivî û got ku Mûsa Anter şehîdê azadî û demokrasiyê ye. WAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar