Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Nobeta edaletê 360 roj li pêy xwe hişt

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar di roja 360’î de berdewam kir. Malbatê careke din bag kir û xwest edalet serwer bibe

Nobeda Edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku ji 9’ê Adara 2021’ê ve li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin, di roja 360’emîn de berdewam dike. Emîne û Ferît Şenyaşar vê sibehê jî ji navçeya Pirsûsê hatin pêş edliyeya Rihayê û dest bi nobedê kir.

Ferît Şenyaşar der barê astengî û zoriyên li ser Nobeda Edaletê ku pê re rûbirû mane axivî û wiha got: “Di doza kargeha me de çeka birayê min winda kirin. Niha ji bo ku dosyeya nexweşxaneyê vebibe, salek e em di nobeda edaletê de ne. Biryara nepeniyê heye. Li gorî belgeyek ku derketiye holê, dîmenên li nexweşxaneyê hatine dizîn, windakirin. Em dizanin ku dîmenên nexweşxaneyê di arşîva dewletê de ne. Yên ku qetlîam kirine, diyar in. 7 dozgerên ku li doza tiştên li ber Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê qewimîne ji me re gotin, ‘me li dîmenan temaşe kiriye û 23 kesan tespît kiriye’. Tayîna van dozgeran derxistin. Niha jî ev dozgerên dosyeyê venakin, sûc dikin. Heta ku edalet bicih were em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twitterê jî ev peyam parve kir: “Yên ku li bin siya hin kesên din bistar bûne û darazê pasîf dikin, bila bizanibin ew sî mehkûmî hilweşandinê ye. Dozger dibêje dîmenên kameraya nexweşxaneyê ‘tune’ ne, dewlet jî dibêje, ‘di arşîva me de ye’. Helbet wê rojek deriyê xêrê vebibe.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar