Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Norwêcê bang kir: Dawî li dagirkeriyê bînin

Norwêcê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya dewleta Tirk a li Rojava da û bang li Tirkiyeyê kir ku operasyonên xwe yên leşkerî bi temamî rawestîne û leşkerên xwe yên li Rojava vekişîne.

Wezîrê Parastinê yê Norwêcê Frank Bakke-Jensen diyar kir ku Norwêc dagirkeriya Tirkiyeyê şermezar dike, dixwaze ku dagirkeriya Tirk bi temamî bi dawî bibe, Tirkiye leşkerên xwe vekişîne û hurmetê nîşanî qanûnên navneteweyî bide.

Daxuyaniya Wezîrê Parastinê beriya civîna wezîrên parastinê yên NATO’yê hate weşandin, ku civîn di 24’ê Cotmehê de pêk hat.

Lîderê Partiya Sor Bjornar Moxnes ji Wezîrê Parastinê yê Norwêcê Frank Bakke-Jensen xwest, ku di civîna NATO’yê de bi rengekî eşkere bixwaze ku dawî li dagirkeriya Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê bê anîn, leşker û çeteyên xwe vekişîne.

Moxnes her wiha ji wezîr xwest ku sûcên şer ên dewleta Tirk û çeteyên wan, her wiha bikaranîna çeka fosfor a spî bixe rojevê.

Wezîrê Parastinê Bakke-Jensen jî diyar kir, ku pirsgirêka Sûriyeyê rojeva sereke ya civîna wezîrên parastinê ye û got, “Norwêc operasyona Tirkiyeyê ya li Sûriyeyê şermezar dike û jê dixwaze ku hêzên xwe ji Sûriyeyê vekişîne.” OSLO

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar