Sedsala 21’an wê bibe sedsala azadiya jinan

Divê tu carî neyê jibîrkirin bi jin re jiyana bi rûmet û bi wate bilindbûyîn û zanistiyek mezin dixwaze. Divê hûn azad bibin. Ramyarî...

Şertê ewil azadiya fizîkî ye

Parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23'yê Cotmeha 2024'an de çûbû Îmraliyê û bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiribû. Abdullah Ocalan...

Pazartesi - 3 Mart 2025

NPG: Biryara agirbestê ji bo hemû hêzên me derbasdar e

NPG’ê daxuyand ku agirbest ji bo hêzên wan derbasdar e û wiha got: “Di çarçoveya banga Rêber Apo de biryara agirbestê ya ku Partiya me PKK’ê girtiye, ji dîroka 1’ê Adara 2025’ê pê ve derbasdar e, ji bo tevahî hêzên me derbasdar e.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) di talîmata bi sernavê “Ji hemû Hêzên Parastina Gel re” ev tişt diyar kirin:

“Di çarçoveya banga dîrokî ya Rêber Apo de biryara agirbestê ya ku Partiya me PKK’ê girtiye, ji dîroka 1’ê Adara 2025’ê pê ve derbasdar e, ji bo tevahî hêzên me derbasdar e. Hemû fermandarî û yekîneyên eleqedar divê li hemberî biryara ku Partiya me girtî re hesas nêz bibin û bi awayek temam pêk bînin.

Bêguman li hemberî êrîşên ku çêbibin xwe parastina hêzên me û di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva pêwîst dayîn mafekî bingehîn e. Hêzên me li hemberî êrîşên domdar xwedî mafê mîsîllemeyê ne jî.

Bi taybetî ev biryar li gel hêzên me yên ku li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ne, ji bo hemû tîmên fedaî yên taybet erkdar in û hemû yekîneyên otonom, yekîneyên parastina cewherî yên weke MAK, YPS û hwd. jî derbasdar e û divê herkes vê pêk bîne. Hemû pêkhateyên ku xwedî xisleta tevgera otonom in, divê li gorî vê biryarê li ser esasê xwe parastinê ji nûve xwe bi cih bikin. Di vê pêvajoya girîng de tu hêzên me divê di tedbîran de sistbûnê jiyan nekin û di bin her şert û mercê de tedbîrên xwe yên parastinê xurt bigirin.

Di vê pêvajoya dîrokî de ji bo di xeta Rêber Apo de sekn û têkoşînek têrker pêş bixin, divê hemû HPG û yekîneyên girêdayî wê hestiyar bin û bi berpirsyar tevbigerin. Li hemberî rewşên provakatîf ên dibe ku çêbibin divê bi tedbîr bin û li hemberî van rewşan baldar bin.

Em bawerin hemû heval li hemberî vê biryarê bi berpirsyar nêz bibin.

Li ser vî esasî hemû fermande û şervanan silav dikin, serkeftinê dixwazin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar