Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 24 Nisan 2025

Nûçegihanê Rojnews’ê ev 4 mehin li Başûr di bin çavan de ye!

Nûçegihanê Rojnewsê Zûbêr Biradostî ev 4 mehin di bin çavan de ye. Biradostî ku hê jî nehatiye darizandin, nayê zanîn bê ka çima di bin çavan de ye

Nûçegihanê Rojnewsê Zûbêr Biradostî di 21’ê tebaxê de li herêma Biradostê ji hêla hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) ve hate binçavkirin. Biradostî ku ev 4 mehin li bajaroka Pîrmam a Hewlêrê di bin çavan de, hê jî nayê zanîn bê ka çima di bin çavan de ye.

Li gorî qanûna rojnamegeriyê ya bi hejmar 35 a sala 2007’an a Makeqanûna Herêma Federal a Kurdistanê divê hêzên ewlehiyê Biradostî berdin lê hê jî di bin çavan de ye. Rojnameger Biradostî di adara îsal de jî li gundê Deştî Hîrtî yê Biradostê hatibû bin çavkirin û di nava 24 saetan de hatibû berdan. Biradostî dema binçavkirina xwe wiha vedigot: “Ji min re gotin ku nabe li herêmên dewleta tirk lê ye nêrînan ji gel bigirim û qala dagirkeriyê bikim.”

Li gorî benda yekemîn a xala 2’yan a qanûna bi hejmar 35 a sala 2007’an a rojnamegeriyê,  ‘rojnameger azade û tu sansûr li ser nîne. Azadiya ramanê û azadiya belavkirinê ji bo welatiyan dest daye. Rojnameger serbixwe ye û ji bilî qanûnan, tu kes nikare desthilatiyê li ser ferz bike.’  Di qanûna bi hejmar 11 a sala 2013’an ku weke ‘Qanûna Mafê Destxistina Zanyariyan’ jî mafê gihandina zanyariyan a rojnamegeran heye. Li gorî qanûnan, rojnameger agahiyên şaş jî bide nikare bê binçavkirin û girtin.

Her wiha li gorî xala 13’an a heman qanûnê jî divê aliyên pêwendîdar vê qanûnên pêk bînin. Tevî van qanûnan jî li Başûr rojnameger tên binçavkirin û girtin. Ev jî karê rojnamegeriyê li Başûr bisînor dike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar