Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Nûnerê NY’ê Pedersen: Sûriye bi hilweşînê re rû bi rû ye

Nûnerê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir Pedersen diyar kir ku êrîşên çeteyên tirk ewlehî û aştiya herêmî û navneteweyî xistiye metirsiyê û got, "Ya ku qewimî, encama neserketina kolektîf e. Sûriye bi metirsiya hilweşînê re rû bi rû ye."

Çeteyên HTŞ-DAIŞ’ê li ser femrana dewleta tirk a dagirker êrîşê Heleb û Til Rifatê kirin. Êrîşên çeteyên tirk û reva rejîma Şamê ji Helebê rê li ber fikaran vekir. Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Neteweyên Yekbûyî Geir pedersen li ser bûyerên dawî yên li Heleb û herêmên cuda yên Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) diyar kir ku ew bûyerên li Sûriyeyê ji nêz ve dişopînin û got, “Pêşveçûna Heyet Tehrîr El Şam a ku ji aliyê Konseya Ewlekariyê ve weke rêxistina terorîst tê pênasekirin û pêşveçûna komên ‘muxalîf’ ên çekdar, li xetên eniyê guherînên dramatîk qewimîn. Li welatekî ku 14 sal in şer lê diqewime ev bûyer ji bo sivîlan rîskeke mezin e û ji aliyê ewlekarî û aştiya navneteweyî û herêmê ve jî encamên cidî bi xwe re tîne.”

Nûnerê Taybet Pedersen bang kir ku ji bo parastina sivîlan û binesaziya sivîl her kes li gorî hiqûqa navneteweyî berpirsyariyên xwe bi cih bînin û got, “Tişta ku em îro li Sûriyeyê dibînin, nîşaneya serneketina kolektîf e ku ji ber bicihneanîna biryara bi hejmara 2254 a Konseya Ewropayê rû da.

Aliyên Sûriyeyî û hevkarên wan ên navneteweyî yên diyarker, ji bo peydakirina rêya derketina ji şer bi rengekî cidî tevlî danûstandinên esasî û bi wate bibin. Heta ku ev neyê kirin wê Sûriye bi metirsiya parçebûn û hilweşînê re rû bi rû bimîne. Di vê çarçoveyê de ji bo pêşîgirtina li rijandina xwînê, banga angajmana siyasî ya cidî û lezgîn li Sûriyeyiyan û hevkarên wan ên navneteweyî dikim ku li gorî biryara 2254 a Konseya Ewropayê bala xwe bidin ser çareseriyeke siyasî.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar