Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Temmuz 2025

Nûnerên Tebqayê bang li Amerîka û Rûsyayê kirin

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê bi daxuyaniyekê diyar kir ku dewleta tirk tevî agirbestê jî li herêmê qirkirinê, paqijiya etnîkî û gelek sûcên şer dike. Komîteyê bang li Amerîka û Rûsyayê kir ku bi erkên xwe yên garantoriya agirbestê rabin

Komîteya Têkiliyên Giştî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê têkildarî êrîşên dewleta tirk û çeteyên wê yên li dijî rojavayê Kurdistanê daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de ji ber binpêkirina agirbestê bang li Amerîka û Rûsyayê hate kirin.

Daxuyanî li pêşiya navenda Rêveberiya Sivîl a Tebqayê bi tevlêbûna endamên komîteyên rêveberiyê û hevserokatiya hat dayîn. Daxuyanî ji hêla hevserokê komîteyê Teysîr El Efat ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku dewleta tirk qanûnên navdewletî binpê dike û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê qirkirinan û paqijiya etnîkî dike. Di daxuyaniyê de qirkirinên dewleta tirk ên berê yên li dijî gel û mezheban hatin bibîrxistin û ev tişt hatin gotin: “Divê Amerîka û Rûsya ku bi dewleta tirk re peyman îmze kirin, li dijî sûcên şer ên dewleta tirk bisekinin.”

Herî dawî jî ev tişt hatin destnîşankirin: “Bi sedhezaran kes ji hêla hêzên dagirker ve hatin koçberkirin. Lê tevî vê yekê jî rêxistinên navdewletî bêdengin. Ji van rêxistinan hinekan jê karên xwe sekinandin. Em bang li hemû rojnamevan û dezgehên çapemeniyê dikin ku berê xwe bidin Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û sûcên şer ên li vir belge bikin.” TEBQA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar