Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Nûrî El Malikî: Dewleta tirk hemû kurdan weke dijminê xwe dibîne

Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî têkildarî êrişa Tirkiyeyê ya bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêma Federal a Kurdistanê hatine destpêkirin peyamek parve kir û wiha got: “Dewleta tirk hemû kurdan weke dijminê xwe dibîne. Divê gelê kurd êdî vê rastiyê fêm bike.”

Tirkiyeyê di 17’ê nîsanê de bi hevkariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê êriş da destpêkirin. Serokwezîrê Iraqê yê berê Nûrî El Malikî têkildarî êrişên li ser Herêma Federal a Kurdistanê li ser hesaba xwe ya twîtterê peyamek parve kir û wiha got: “Dewleta tirk hemû kurdan weke dijminê xwe dibîne. Tirkiye bi tu awayî cudahiyê naxe navbera kurdan.  Divê gelê kurd êdî vê rastiyê fêm bike.”

Bi domdarî Malikî sedema êrişên dagirkeriyê yên dewleta tirk weke aloziya siyasî ya navxweyî ya Iraqê nîşan da û ev tişt anî ziman: “Tirkiye ji vê aloziya siyasî sûd digire û êrişî xaka Iraqê dike.”

Malikî diyar kir ku Rêveberiya Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrişan helwestekî pêwîst nîşan nade û wiha bi dawî kir: “Hêzên li Herêma Federal a Kurdistanê li dijî êrişên dewleta tirk nasekinin. Pirsgirêkên di navbera partiyên siyasî yên li Herêma Kurdistanê de pirsgirêkên şexsî ne. Pirsgirêkên polîtîk û neteweyî nînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar