Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

NY: DAIŞ li ser êzidiyan sûcê qirkirinê pêk anî

Neteweyên Yekbûyî, ragihand ku derbarê sûcê qirkirinê ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk aniye de ‘delîlên vekirî û qanihker’ bi dest xistine

Navenda Nûçeyan

Koma Lêpirsînê ya Sûcên DAIŞ’ê kirine ya Neteweyên Yekbûyî (UNITAD), derbarê sûcê qirkirinê ku DAIŞ’ê li dijî êzidiyan pêk aniye de ‘delîlên vekirî û qanihker’ derxist holê.  Serokê UNITAD’ê Kerîm Ahmed Xan diyar kir ku derbarê êrîşên li dijî êzidiyan ên li Şengalê û qetilkirina personelên leşkerî û xwendekarên bêçek ên Akademiya Hewayî ya Tîkrîtê de du dosyayan lêkolîn kirine.

Xan da zanîn ku ew dikare bibêje ku li gorî lêpirsînên bêalî û serbxiwe, standartên navneteweyî û pêkanînên NY’yê, sûcên ku li dijî êzidiyan pêk hatine sûcên qirkirinê ne û di vê derbarê de delîlên vekirî û qanihker dîtine û destnîşan kir ku derbarê sûcên înfaz, koletî, koletiya zayendî, li dijî zarokan de delîlan bi dest xistine.

DAIŞ’ê çekên kimyayî bikaraniye

Kerîm Ahmed Xan destnîşan kir ku DAIŞ’ê heman sûcan li Balefirgeha Tîkrîtê jî dîtine û dîmenên popagandayan ên derbarê cînayetan de delîlên ku teşvîqa sûcê qirkirinê hatiye kirine û ev tişt got: “Di hemû dîmenan de DAIŞ dibêje, ‘We wan li ku derê dît bikujin’. Di pêvajoya lêpirsînê de derket holê ku ew kapasîteya DAIŞ’ê heye ku çekên kîmyewî û biyolojîk hilberîne. Piştî dagirkirina Mûsilê, mirovên zanîst û pisporên tibê yên di nav DAIŞ’ê de klora li navendên nizelandina avê kirin çek û li ser girtiyên nexweş ceribandin.”

Divê sûcdar werin darizandin

Her wiha Xan ragihand ku di nav delîlên ku berhev kirine de şîrket û kesên ku di hêla aborî de piştgirî dane DAIŞ’ê jî tespît kirine û got ku belgekirine sûcan tenê ne bes e û piştgirî dide darizandina endamên DAIŞ’ê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar