Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

NY: Gendeliya mezin li Hewlêrê pêk tê

Neteweyên Yekbûyî (NY) di raporek xwe de ragihand ku gendeliya herî mezin a li Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê pêk tê.

Bernameya Pêşketinê ya Neteweyên Yekbûyî (United Nations Development Programı-UNDP) der barê asta gendeliyê ya li Herêma Kurdistanê de raporek belav kir.

Li gorî raporê, gendeliya li Herêma Kurdistanê ya herî zêde bi rêjeya sedî 43 li Hewlêrê pêk tê. Her wiha di rêza duyem de jî bi rêjeya sedî 33 Silêmanî û di rêza sêyem de bi rêjeya sedî 24 li Dihokê pêk tê.

Di rapora Neteweyên Yekbûyî de hate gotin ku rêjeya gendeliyê di nav 20 wezaret û desteyên herêmê pêk tê.

Li gorî vê, di reza yekem de herî zêde gendelî di Wezareta Darayî ya Herêma Kurdistanê de pêk tê. Di rêza duyem û sêyem de jî Wezareta Ceyran û Şaredariyê pêk tê.

Di raporê de rêjeya gendeliyê ya li Wezareta Darayî bi rêjeya sedî 25 hate diyarkirin, di Wezareta Ceyranê de sedî 18 û di Wezareta Şaredariyê de jî sedî 17 hate diyarkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar