Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Omer Ocalan çû serdana malbata Şenyaşar

Parlamenterê HDP’ê Omer Ocalan serdana Malbata Şenyaşar kir û da zanîn ku rayedar ji daxwaza edaletê ya malbatê re ker, kor û lal in

Parlamenterê HDP’ê yê Rihayê Omer Ocalan, bi hevserokê HDP’ê yê Bajar ê Rihayê Muslum Arslan re serdana Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar ku 49 roj in li ber Edliyaya Rihayê di lêgerîna edaletê de ne, kir. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, têkildarî çalakiya xwe Ocalan agahdar kirin.

Piştî serdana xwe Ocalan têkildarî serdanê axivî û diyar kir ku rayedar ji daxwaza edaletê ya Malbata Şenyaşar re ker, kor û lal bûne. Ocalan destnîşan kir ku zilmeke mezin li malbatê tê kirin û ev tişt gotin: “Ji malbatekê 3 kes hatin qetilkirin. Di ser de jî kesekî girtin. Malbata ku têkoşîna xwe didomîne bi rojan e li ber edliyeyê li edaletê digerin. Zilm û neheqeiyeke mezin heye, edalet tune ye. Îro van kesên ku zilmê li malbatê dikin wê sibê bên darizandin. Gelek derdor li malbatê xwedî derketin. Ji vê xwedîderketinê jî aciz dibin. Em tiştên ku hatine serê vê malbatê nelet dikin. Li tevahiya civakê zilm tê kirin. Ji miroveke ku malbata wê hatiye tunekirin re dibêjin ku biçe li mala xwe rûnê. Ev nayê qebûlkirin.  Şenyaşar li pey edalet û heqîqetê ne. Em ê jî heta dawiyê li cem malbata Şenyaşar bin.” RIHA

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar