Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 30 Temmuz 2025

Operasyona li Kampa Holê didome

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ya li Kampa Holê di roja xwe ya 4’emîn de didome. Di roja 4’emîn de 2 serçete hatin girtin û gelek teqemenî hatin desteserkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi desteka YPJ, YPG û HSD’ê ji bo paqijkirin û bêbandorkirina çeteyên DAIŞ’ê, li Kampa Holê Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin. Operasyon di roja 4’emîn de didome.

Li gorî daxuyaniya fermî ya hêzên ewlekariya hundirîn a du rojên destpêkê 53 çete ku di nav de 5 serçete ne hatine girtin û gelek telefon, leptop, gule û amûrên teqemeniyê hatine desteserkirin.

Duh êvarî jî piştî qedandina roja sêyemîn a operasyonê, hêzên ewlekariyê da xuyakirin ku hêzên wan 14 çeteyên DAIŞ`ê û 11 jinên DAIŞ`î girtine, her wiha pergaleke teqemeniyê ku ji aliyê çeteyan ve hatibû veşartin hatiye desteserkirin.

Yekîneyên Antî Teror di roja 4’emîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê ku ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve dest pê kiribû, di operasyonên cûda de 2 serçeteyên şaneyên DAIŞ’ê di kampê de girtin.

Di operayona ku ev 4 roj in berdewam dike de heya niha alavên cuda yên leşkerî hatibûn desteserkirin û bêhtirê 70 çeteyên DAIŞ’î hatine girtin. Îro jî di nava kampê de hin alavên mîna pergala teqemeniya mayînan, cil û berg û çenteyên leşkerî ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin desteserkirin. HESEKE

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar