Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê didome

Kampa Holê ji xetertirîn kampê cîhanê ye. Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê yên li kampê hene jinên ku li dijî birdoziyê DAIŞ’ê disekinin tundiyê li wan dikin û dikujin.

Bi armanca pêşîlêgirtina bûyerên ku li kampa Holê ya 54 hezar zêdetir kesên ji malbatên DAIŞ’ê yên ji welatên cuda lê dijîn û rûxmê hemû hewldan û bangawaziyên Rêveberiya Xweser jî hikûmetên ku hemwelatiyên wan li vê kampê dijîn bi erka xwe ranabin, tê jiyîn dest bi qonaxa dûyemîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê kirin. Di çarçoveya Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku îro di roja 15’emîn de didome, heya niha gelek endamên DAIŞ’î, jinên ku ji lingên xwe hatibû kelepçekirin û rastî îşkenceyê dihatin, her wiha gelek amûrên îşkenceyê û kincên leşkerî yên artêşa tirk hatin dîtin, konên ku mîna cihên dadgeh û îşkenceyê hatine bikar anîn hatin dîtin û rakirin.

Di roja 14’emîn a operasyonê de Hêzên Ewlekariya Hundirîn da xuyakirin ku hêzên wan di çarçoveya operasyoneke taybet de gelek çek û cebilxaneyên sivik û navîn dîtine. Di nav wan de kalaşnîkov, kemberek teqemenî, topên B-7, rokêt û bêdengkirinên damençeyan, narincekên destan, têlefonên destan, kamera û laptop hebûn jî hatine dîtin.

Malbata ku ev çek di konên wan de dîtin, diyar kirin ku dema şane hatine erd kolandine û çek û cebilxane veşartine, çavên wan girtine û nehiştine ku cihê veşartinê jî nas bikin.

Encamên operasyonê yên roja 14’an û encamên wê

Rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Diyala Ehmed li ser Operasyona Mirovî  û Ewlehiyê ya di roja xwe ya 14’an de didome, axivî û wiha got: “Îro me çeteyek girt ku cil û bergên jinan li xwe kiribû û xwest bireve, ji aliyê hêzên me ve hat girtin. Hêzên me gelek çek û cebilxaneyên veşartî dîtin. Kalaşnîkov, kemberek teqemenî,  topên B-7, rokêt û bêdengkirinên damenceyan, narincekên destan, têlefonên destan, kamîra û laptop jî di nav de hebûn. Her wiha hîn amûrên ku piştî kuştina kesan wan dixistin nav de hat dîtin. Operasyona me didome.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar