Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 28 Temmuz 2025

Operasyona qirkirina siyasî didome

Di çarçoveya berdewamkirina operasyonên qeyûm de Hevserokê DBP’ê yê Amedê Garîp Kandemîr, Hevserokê berê yê HDP’ê yê Amedê Şerîf Camci û Endamê Meclisa Şaredariya Peyasê Îsmaîl Bardakçi ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin. Polîsan li navçeya Pirsûsê di saetên serê sibê de, bi ser malan de girtin û 6 kes binçav kirin

Operasyonên  qirkirinên siyasî yên li dijî kurdan û siyasetmedarên kurdan ku ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve tên kirin berdewam dike. Di 19’ê Tebaxê de rejîma faşîzan a dijberî kurd hevşaredarên Bajarên Mezinê ên Amed, Wan û Mêrdînê ji pêwirê girtibû û li şûna wan waliyên mêtingehiyê tayîn kiribûn. Her wiha bi awayekî hemwext jî li 29 bajaran dest bi operasyona qirkirina siyasî kiribûn bû 418 siyasetmedar ku di nav de welatî û rojnameger jî heyî binçavkiribûn. Wekî berdewamiya vê operasyonê hêj jî polîsên rejîma AKP/MHP’ê siyasetmedarên kurd tên binçavkirin. Di çarçoveya operasyonan de Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Amedê Garîp Kandemîr, Hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Amedê Şerîf Camci û Endamê Meclisa Şaredariya Peyasê Îsmaîl Bardakçi ji aliyê polisan ve hatin binçavkirin.  Her sê siyasetmedarên ku hatin binçavkirin, birin Şaxa TEM’ê ya Miduriyeta Polisan a Amedê.

Li Pirsûsê 6 kes hatin binçavkirin

Li aliyê din polîsan li navçeya Pirsûsa Rihayê, di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin û cendirmeyan jî li taxên çolter operasyon li darxistin. Di di operasyon û serdegirtinên malan de 6 kes hatin binçavkirin. Ji ber ku 2 kes ne li malên xwe bûn, nehatin binçavkirin.

Navê kesên hatin binçavkirin wihane: Nuho Ceyran, Osman Akgun, Ahmet Dagtekin, Halîl Demîr, Kadîr Samur û Mehmet Samur. 6 kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, birin Midûriyeta Polîsan a Rihayê.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar