Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Operasyona YAT’ê ya li Kampa Holê: 4 çete hatin girtin

Yekîneyên Antîterorê 4 çeteyên DAIŞ’ê ku çek di nava şaneyên li kampa Holê de belav dikirin, girtin. Xebatên lêgerîna li çekên hatine veşartin dewam dikin

Operasyona Mirovî û Ewlehiyê k udi 28’ê Adarê de li Kampa Holê ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatibû destpêkirin, çend roj berê bi dawî bibû. Lê operasyonên taybet ên Yekîneyên Antîterorê (YAT) li Kampa Holê li ser mikurhatinên çeteyên ku di operasyonê de hatine girtin, dewam dikin.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di 28’ê Adarê de Operasyona Mirovî û Ewlehiyê dabû destpêkirin û piştî 5 rojan di 2`yê Nîsanê de qonaxa yekemîn a operasyonê bi dawî bûbû.

Yekîneyên Antîterorê şeva din saet saet di 01.00’an de li beşên 1, 3, 5 û 7’emîn ên kampê 11 operasyonên serdegirtinê pêk anîn.

Di encama operasyonan de 4 çeteyên şaneyên DAIŞ’ê li Kampa Holê hatin girtin, ji wan 2 jin in û bi navên ‘Um Hacer’ û ‘Um Mistefa’ tên nasîn. Wan çeteyan çek di navbera şaneyên li kampê de belav dikirin.

Fermandarên Yekîneyên Antîterorê ragihand ku her ku agahiyên nû bi dest wan bikevin dê operasyonên li kampê dewam bikin. Her wiha daxuyand ku operasyon girêdayî lêpirsînên ku hîn bi çeteyan re berdewam dikin, pêk tên.

Operasyon heta ku cihên veşartina çekan tên dîtin ku çeteyan ji bo kuştina şêniyên kampê bi kar dianîn, dê dewam bikin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku duh jî di operasyonên yekîneyan de 6 çete hatibûn girtin, ji wan 2 jinên DAIŞ`î bûn ku di dîwana ‘El-Hesbê’ ya li kampê de kar dikir. HESEKÊ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar