Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

Oy bismila; Zrîng dîsa derket

Hejmara duyemîn a xêzekovara bi kurdî “Zrîng” derket. Edîtorê kovarê Dogan Guzel got ku ew ê naveroka kovarê bi çîrokên hîn xurtir dewlemend bikin

Hejmara 2’yemîn a xêzekovara bi kurdî “Zrîng” derket. Hejmara duyemîn a Zrîngê ku bi kurmancî û kirmanckî tê weşandin bigihê destê xwendevanan.

Di vê hejmarê de Ozgur Amed jî tev li kadroya nivîskar û xêzkarên kovarê bûye. Edîtor û xêzkarê kovarê Dogan Guzel, anî ziman ku eleqeya ji bo hejmara yekemîn ew kêfxweş kirine û got, lê belê ew ê naveroka kovarê bi çîrokên hîn xurtir dewlemend bikin.

Recoyê ku tirkî perîşan dike…

Guzel anî ziman ku pirsgirêkên di warê ziman de dane aliyekî û got: “A rast di xêzekovaran de zimanê tê bikaranîn bêsînor e. Lê em ê vî zimanê bêpîvan çi qasî bi kar bînin, em nizanin. Em dizanin ku di zimanekî ku hê nebûye zimanê perwerdehiyê de, heqekî me yê bêsînor tune ye. Lê talûkeya sereke nêzîkatiya rastbêjiyî ye ku zimanê herêmî û kuçeyê wekî xetereyekê dibîne. Recoyê ku tirkî perîşan dike, ‘dîqet’a wî ya ji bo kurdî bi xwe jî îşaret bi vê helwestê dike. Me rica ji hevalê Reco kir ku kurdî jî perîşan bike û dijminan zêde bike. Gelo bi vî awayî me qencî kir an xirabî nizanim, lê wê bi ceribandin û şaşiyan bi demê re diyar bibe. Çawa be jî ev tarza me ye.”

Kêfxweşiya hejmara yekemîn

Guzel da zanîn ku eleqeya ji bo hejmara ewil ew kêfxweş kirine û got: “Belkî jî ji ber ku di weşangeriya kurdî de bi awayekî otomatîk krîterên xwe kêm kirine rexneyên neyînî çê nebûn. Helbet di kovarê de kêmasiya çîrokên xurt dixuyê. Lê gava taxima me ya xêzkaran tam bi cih bibe em ê vê meseleyê jî hel bikin. Dibe ku di camîaya me de xêzkar kêm bin, lê em dizanin li derve gelek çîroknûs hene. Rojekê em ê li hev kom bibin.”

Her wiha Guzel bal kişand ser belavkariya kovarê jî û got, di warê belavkirinê de jî hin kêmasî hene, lê belê wê ev mesele jî bê helkirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar