Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Perşembe - 8 Mayıs 2025

Ozguneş: Qeyûm polîtîkaya înkarkirina gelê kurd e

Parlamenter Hasan Ozguenş li Hezexê di daxuyaniya şermezarkirina tayîna qeyûm de axivî û diyar kir ku qeyûm polîtîkaya înkar û îmhaya nasname û çanda kurdan.

Piştî qeyûm tayînî Şaredariya Hezexa Şirnexê kirin, avahiya şaredariyê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Şirnexê Hasan Ozguneş, hevşaredarên Hezexê û endamên meclîsa şaredariyê li avahiya HDP’ê ya navçeyê civînek çapemeniyê li dar xistin û tayînkirina qeyûm şermezar kirin.

‘Dixwazin çand û zimanê me tune bikin’ 

Parlamenter Hasan Ozguneş di daxuyaniyê de diyar kir ku gotinên “Dengê xwe nedin HDP’ê. ger hûn dengên xwe bidin HDP’ê em ê qeyûm tayîn bikin” Serokkomar Erdogan ên di dema pêvajoya hilbijartinê de bi bîr xist û wiha axivî: “Lê belê gelê me di hilbijartinên 31’ê Adarê de bersiva wan da. Îktîdara AKP’ê çawa ku bi salane gelê kurd nas nekir îro jî ji bo çand û zimanê wan bê tunekirin di nav hewldanê de ye. Îro qayûmên ku tayînî şaredariyên Kurdistanê tên kirin jî berdewamiya vî polîtîkayê ye.”

Ozguneş bal kişand ser desteserkirina vîna gel û wiha got: “Îro vîna gel tê înkar kirin. Îktîdara AKP’ê naxwaze ku Gelê kurd xwe bi rêve bibe. Îktîdara AKP’ê îro winda kiriye. Dê pêşeroja we di dîrokê de bibe sergo. Çawa ku her mirov tê darizandin dê hûnê jî rojekê bên darizandin û hesabê bidin. Vî tu carî ji bîr nekin. Berxwedana me dê tim berdewam bike. Hûn ber bi belavbûnê ve diçin û hûnê sibê tune bibin. Heta ku em hebin em ê berxwedan û têkoşîna xwe bimeşînin. Serkeftin dê bibe ya gelê kurd.”

Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû. ŞIRNEX

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar