Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

PAJK: Divê rêxistinbên bê berfirehkirin

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya 25’ê Mijdarê roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Jinan daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşîna hemû jinan e.”

Koordînasyona Partiya Azadiya Jinên kurdistanê (PAJK) diyar kir ku Rêber Abdullah Ocalan têkoşîna jinê weke ‘xebata xwe ya destanî’ dinirxîne û ev tişt destnîşan kir: “Ev xebata destanî li ber ronahiya bîrdozî û felsefeya Rêbertî pêş ket. Weke jinan me li ser vî bingehî artêşbûn û partîbûna jinê, hêza xwe ya rêxistinkirî ava kir.”

Daxuyanî wiha ye: “Jin Jiyan Azadî rastiya berxwedana jinê ya li hemû cîhanê bi taybetî li Rojhilat derketî holê, nîşa hemû kesê kir û ragihand ku ti hêza desthilatdar nikare xwe li ber azadî û berxwedana jinê bigire. Em geşkirina têkoşîna jinan weke wezîfeyekê digrin dest. Bi tevgerên jinan ên cuda re konferans, perwerde, meş, çalakî û merasîmên cur be cur tên pêşxistin. Evane pratîk û rêxistinbûnên rêya şoreşa jinê vedikin ku bi bîrdoziya rizgariya jinê hatiye pêşxistin. Wezîfeya me ya bingehîn ew e ku em vê yekê hîn mezintir bikin û faşîzm û sîstema baviksalar têk bibin. Têkoşîn û berxwedana jinê ya ku di encama şehadetên ku çêdibin û berdêlên mezin ên hatine dayîn de derketine holê, pêvajoyeke girîng e ku wê berxwedana jinê hîn zêdetir pêş bixe. Nuqteya herî girîng ku têkoşîna jinê bigihîne serkeftinê, wê bibe rêxistinbûn, parastina cewherî û piştevaniya jinan.

25’ê Mijdarê li dijî tundî, zext, zilm û destdirêjiyê, roja berxwedanê ye. 25’ê Mijdarê roja berxwedan û têkoşînê ya hemû jinan e. Divê em jin hemû bi hev re xwe rêxistin bikin û vê rojê veguherînin têkoşîn û rêxistinbûna li dijî tundiyê.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar