Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...
Cumartesi - 15 Şubat 2025

Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

PAJK: Pîvana me ya serkeftinê misogerkirina azadiya Rêber Apo ye

Koordînasyona PAJK'ê di salvegera komploya 9'ê Cotmehê de daxuyanî da û wiha got: “Pîvana serketinê ya pêngava me mezinkirina pêvajoya hilweşandina desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê ye, hilweşandina faşîzmê ye, misogerkirina azadiya fîzkî ya Rêber Apo ye.”

Navenda Nûçeyan |

Koordînasyona PAJK’ê bi wesîleya salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmeha 1998’an daxuyanî da û ev tişt parve kir:

“Bi pêngava mezin a mirovahiyê ya Rêber Apo re dîroka Kurdistanê ji tunebûnê rizgar bû û berê xwe da hebûnê. Armanca vê pêngavê misogerkirina hebûna kurdan û jiyana azad bû. Ji bo pêkanîna vê armancê jî xwe gihand pîvana azadiya jinan ku şertê bingehîn bû. Rêber Apo li ser vê bingehê destnîşan kir ku şoreşa azadiya jinan şertê destpêkê yê şoreşên mirovahiyê hemûyan e. Hegemonya kapîtalîst a rojavayî bi komployê bersiv da vê yekê. Komployên ku li ser Rêber Apo hatin ferzkirin, mikurhatina li tirsa ji nasnameya azad a gel bû.

Rêber Apo ji bo xatirê çarenûsa gelekî dest ji hesreta xwe ya 40 salî ya xwegihandina çiyê berda, ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd berê xwe da Rojava û 9’ê Cotmeha 1998’an ji Şamê derket. Aşkera ye ku Rêber Apo ji bo zirar negihêje vî welatê ku bi salan lê dixebitî qebûl kir ku ji Sûriyeyê derkeve û hurmeteke mezin da pîvana dostaniyê.

Bi pêşengiya DYE’yê hat plankirin

Komploya navneteweyî bi pêşengiya DYE’yê hate plankirin û gava destpêkê jî li Yewnanistanê hate avêtin. Ji aliyê Rûsyayê ve jî ji bo xatirê berjewendiyên madî hate dewamkirin, li Îtalyayê bi rengekî dirêjkirî hate dewamkirin û herî dawî jî li Kenyayê hate qedandin. Di tevahiya vê pêvajoyê de dostaniya sexte, kêmaniya hevrêtiyê bûn xwedî rol.

Rêber Apo 23 sal in li êşkencexaneya Îmraliyê, di nava şert û mercên ku Prometeus li tehtan hate mîxkirin li ber xwe dide. Di nava van şert û mercan de li Îmraliyê şerî herî mezin ê serdemê tê meşandin. Sîstema Îmraliyê sîsteme tenêhiştinê ya mutleq e. Sîstemeke ku jiyan lê hatiye sekinandin. Cihê ku jiyan bi mirinê hatiye mehkûmkirin. Fêhmkirina şerê ku Rêber Apo li Îmraliyê dimeşîne, şertê bingehîn ê jiyana azad e.

Bi rêya komployê, Rêberê me li girtîgeha Giravê hate bicihkirin, ew mehkûmî tenêtiya dîrokî hate kirin û xwestin ku têkiliya wî ya bi civakê û mirovahiyê bê birîn. Girav ji ber taybetmendiyên xwe yên xwezayî cihekî îzolekirî ye. Şert û mercên tecrîda giran ku ji aliyê Komara Tirkiyeyê ya faşîst dimeşîne ku bi rola gardiyaniyê radibe, dixwaze ku Rêberê me bi her awayî ji cîhana derve ve têkiliya wî bê qutkirin.

Rêber Apo di nava 23 salan de sîstema Îmraliyê pûç kir, civakîbûn ji kûrahî ve jiya, her cûre rê û rêbazên xwegihandina civakê û azadkirina civakê peyda kir. Di heman demê de baweriya xwe bi wê anî ku civakîbûna afirandiye wê wî bi tenê nehêle û bi navê tevahiya mirovahiyê li hemberî hegemonya cîhanê li ber xwe da. Xeta bimire-bikuje ya ku bi komployê hate armanckirin, bi fedakariyên mezin ên Rêber Apo hat pûçkirin. Rêber Apo pêvajoya Îmraliyê kir bingeha bûyîna sêyemîn û li ser bingeha Modernîteya Demokratîk sîstema neteweya demokratîk afirand.

Rexnedayîna me ku em ê bidin gelê xwe û jinan hemûyan

Bi ketina sala 24’an a komployê re bi navê Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê em komployê û komplogeran şermezar dikin. Di şexsê hevrê M. Halît Oral û Aynûr Artan de şehîdên zindanan û şehîdên ku bi dirûşma ‘Hûn nikarin roja me tarî bikin’ çalakî kirin, bi rêz, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin.

Paradîgmaya Rêber Apo yekane şêweyê jiyanê ye ku em ê pê jiyana azad ava bikin. Ronahiya me ya azadiyê ye, hebûn, nefes û wateya me ye. Hezkirin û dilsoziya me ya bi Rêbertî re, îdîaya me ya jiyana bi rastiya Rêbertî re mezin e. Ev îdîa îdîaya azadiyê ya Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê ye. Di sala 2’yemîn a pêngava xwe de ya bi navê ‘Li dijî qirkirina jinan dem dema parastina civakê û jin a azad e’ rexnedayîna ku em ê bidin Rêberê xwe, gelê xwe û jinan hemûyan şikandina sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya Îmraliyê ye, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê me ye.

Êrişa herî mezin a modernîteya kapîtalîst a li dijî jinan bi taybetî li dijî jinên Kurd, dîlgirtina Rêber Apo ye. Pêkanînên hegemonya kapîtalîst û herêmî, bi dîlgirtina Rêber Apo re zemîna wê yekê afirandine ku di her kêliyê de êrişî jinan bikin, qetil bikin, tundiyê giran bikin û wateyê bêwate bikin. Êrişên ku piştî dîlgirtina Rêbertî li herêmê hatin kirin ji bo wê armancê ne ku kiryarên faşîst li jinan ferz bikin, koletiya sîstema mêr bê kûrkirin, mafên bidestxistî yên jinan bên têkbirin, jinê ji nû ve bikin meta, di asta barbariya mêr de jiyanekê lê ferz bike, çanda destavêtinê kûr bike û civakê tune bike.

Em jin; li her derê li çiyê, bajaran, taxan, çeperan, kolanan, çalakiyan, kargehan an jî malan, li ku dibin bila bibin heta ku komploya li ser Rêberê xwe neşikînin, esareta fîzîkî ya Rêbertî ji holê raneke em ê nikaribin bibin xwedî jiyaneke exlaqî û azad. Heta ku vê tecrîdê, vê komployê têk nebin û faşîzmê hilneweşînin, em ê nikaribin ji êrişên serweriya mêr ên kuştina jinê, destavêtin û şewitandina jinan rizgar bibin.

Xwestin komployê nû bikin

Komploya navneteweyî di serî de bi berxwedana Rêberê me, bi berxwedana şehîdan, gelê me û partiya me hat pûçkirin. Hêzên modernîteya kapîstalîst li pêşberî vê yekê hem xwestin komployê nû bikin, li tevahiya Kurdistana azad belav bike, hem jî nûnerên tevegera azadiyê ya Kurdistanê bixin nava xeleka komployê û gefê li herêmê bixwin. Hêzên komploger bi heman rengî êrîş birin ser Şoreşa Rojava ku weke şoreşa azadiya jinan bûye hêvî ji tevahiya cîhanê re. Herî dawî 9’ê Cotmeha 2019’an êrîş birin ser Serêkaniyê û Girê Spî, dagir kirin û xwestin ku şoreşê bifetisînin. Di serî de DYE hêzên serdest hemûyan piştgirî dan van êrîşên dewleta tirk ku welatekî NATO’yê ye. Bi êrîş û dagirkeriyê xwestiye şoreşa Rojava bifetisîne, hêviyên gelan bişikîne, biratiya gelê kurd-ereb ê dîrokî ku hatiye avakirin hilweşîne û heremê veguherîne qadekî şer. Li ser vê bingehê di 9’ê Cotmeha 2019’an de hat xwestin ku ev komplo were nûjenkirin. Bi heman awayê bi êrîşkirina rêveberiya xweser, Êzdatî û kurdîtiya azad a ku li Şengalê hatiye afirandin, di dîroka 9’ê Cotmeha 2020’an de bi pêşengtiya Iraq-PDK’ê hevpêymanek hatiye îmzekirin û bi vê awayê hatiye xwestin ku destkeftiyên civaka me ya êzidî ji çeteyên PDK’ê re were hiştin. Rûyê dijminatiya kurd ê PDK ku li Kurdistanê nûnerê xeta hevkariyê ye, carekê din derketiye holê. Rûxmê van jî gelên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û civaka me ya êzidî yê li Şengalê bi pêşengtiya jinan di rêveberiya Xweser a Demokratîk de israr kirine, li ber xwe dane, bi pêşxistina pergala xwe li hemberî vê komployê bersiv dane.

Kelha berxwedaniyê ya ku ji tevahî berxwedaniyan re dibe çavkanî û pisûla, berxwedana gerîla ye. Gerîlayên Azadiya Kurdistanê 23 sal e li hemberî komployê li ber xwe dide. Herî dawiyê li hemberî êrîşên dagirkeriyê yê di Nîsana 2021’an de hat destpêkirin, bi berxwedana destanî ya Behdînanê jî îdiaya xwe ya azadkirina Rêber APO gihandiye lûtkeyê û ji pengava azadiyê re tevlibûnek mezin nîşan daye. Di vê berxwedaniyê de pêşengtiya artêşa me ya gerîla ya YJA-Starê hostatiya wê ya taktîk, tûjbûna wê ya tarzê lêdana wê ya dijmin îradeya dijmin şikandiye. Ev berxwedan di serî de ji bo jinên ciwan û dayikan, ji bo tevahî gelê me dibe ronahî û jê re pêşengtiyê dike. Ev berxwedanî, hilweşandina dijminê ku polîtîkayên tewandinê pêk tîne, aniye. Desthilatdariya faşîst ê AKP-MHP, di berxwedaniya azadiya Kurdistanê ya ku bi pêşengtiya paradîgmaya Rêber APO tê meşandin de dawiya xwe dîtiye û ketiye pêvajoya hilweşînê.

Weke Partiya Azadiya Jinan a Kurdistanê pîvanê serketina pêngava me, lezkirina pêvajoya hilweşandinê ya desthilatdariya faşîst a AKP-MHP, hilweşandina faşîzmê û pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber APO ye. Xeta me ya serkeftinê ev e. Ev serketin yekane şertê azadiya jinan e. Ev serkeftin, yekane şertê jiyana azad û pîvanê exlaqî ye.

Li ser vê bingehê em tevahî jinan, ciwanan, gelê kurd, şoreşger-sosyalîst û demokratan, dostên gelê kurd, tevahî gelên cîhanê, tevahî jinên ku dixwazin li ser bingehê konfederalîzma demokratîk a cîhanê bijîn bi ruhê serkeftinê silav dikin û bang dikin ku li dijî komploya navnetewî ya li hemberî Rêber APO hatiye pêşxistin bibin xwedî helwestek bi exlaqî. Helwestê bi exlaqî, lidarxistina çalakiyê û lêdana her cûre ferzkirinên desthilatdariya zilam û faşîzmê ye. Li ser vê bingehê bi heqîqeta ku yekane şertê jiyana azad a li Kurdistan û Rojhilata Navîn azadiya Rêber APO ye, em bang dikin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO çalakiyên topyekûn bidin destpêkirin, pêngava me ya ‘Li hemberî qirkirina jinan dema parastina jin û civaka azad e’ bigihînin serkeftinê, bi bilindkirina çalakiyên azadiyê faşîzmê hilweşînin û bi pêşengtiya jinên Kurdistanê jiyana azad biafirînin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar