Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cumartesi - 7 Haziran 2025

Panela tecrîd jin û polîtîkayên şer

Parêzer Ayşe Şehrîban Demîrel a di panela “Tecrîd, jin û polîtîkayên şer” de axivî, wiha got: “Zagona tecrîdê bi sazî tê kirin. Ev rewş jî me ji qadên têkoşînê dûr dixe. Dema ku em vî şerî bi ser bixin wê tecrîd bi dawî bibe.”

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Rihayê panela bi navê “Tecrîd, jin û polîtîkayên şerê taybet” li dar xist. Di panela li Eywana Konferansê ya Kazim Ekîncî ya Baroya Rihayê pêk hat de pankarta “Tecrîd qirkirina jinan e” hate daliqandin.

Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu, Dayikên Aştiyê, Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û gelek kes beşdarî panelê bûn. Di panela ku moderatoriya wê parêzer Rûken Baran Ûzûn kir de endama Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban û endama OHD’ê Ayşe Şehrîban Demîrel weke axivîner, cihê xwe girtin.

Demîrel a di panela ku ji bo kesên di têkoşîna azadî û demokrastiyê de jiyana xwe ji dest dan bi rêzgirtinê destpêkir de, axivî, diyar kir ku tecrîd li ser hemû civakê belav bûye û civak di bin tecrîdê de ye. Demîrel, anî ziman ku weke OHD ji bo tecrîd bê rakirin serî li rêyên hiqûqî dane û wiha got: “Bi tecrîdê armanca esasî girtina kesi nîne. Perçekirina wî ya heqîqetê ye.”

Bi têkoşînê wê tecrîd dawî lê bê

Demîrel, bi lêv kir ku li girtîgehên Tirkiyeyê û Kurdistanê mafê jiyanê jî di nav de gelek mafên bingehîn tên binpêkirin û ev tişt gotin: “Zagona tecrîdê bi sazî tê kirin. Ev rewş jî me ji qadên têkoşînê dûr dixe. Dema ku em vî şerî bi ser bixin wê tecrîd bi dawî bibe.”

Polîtîkayên şerê taybet

Ji Komeleya Jinan a Rosayê Neslîhan Çoban jî qala polîtîkayên şerê taybet kirin. Çoban, diyar kir ku ji bo hêzên serdest civakê tune bikin serî li polîtîkayên şerê taybet didin û got: “Ev yek jî li her qadên weke aborî, civakî, siyasal, çandî weke êrîşê derdikeve pêşberî me.”

Çoban, bi Fîdevs Babat a hate qetilkirin, Îpek Er û Gulistan Dokû bi bîr xist û diyar kir ku komeleyên li dijî van sûcan têdikoşin hedef tên girtin. Çoban, qala polîtîkayên pişaftinê yên li ser ziman, texrîbatên li ser xwezayê kirin û ev tişt gotin: “Tecrîda li ser me zêde bûye. Dema em li dijî qirkirina jinan daxuyaniyekê didin dora me tê dorpêçkirin. Ev yek tecrîd e.”

Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar