Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...
Çarşamba - 12 Şubat 2025

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Paradîgmaya Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê şenseke mezin e

Endamê Meclisa HDKê Sedat Şenoglû diyar kir ku êdî zelal bûye ku Rêber Apo muhatab e û got: “Em ê model û mînakên cîhanê niqaş bikin. Hewldan û projeya Birêz Abdullah Ocalan a Neteweya Demokratîk ji bo gelê Kurd, Tirk û gelên Rojhilata Navîn şenseke mezin e.”

Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) dê di 8-9ê sibatê de bi dirûşmeya “Di rêya wekhevî û jiyana azad a gelan de, çareserî di aştiyê de ye” konferansa aştiyê ya navneteweyî li pêk bîne. Endamê Lijneya Giştî ya HDK’ê Sedat Şenoglû li ser armanca konferansê û amadekariyên konferansê her wiha hewldanên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ji Ajansa Welat (AW) re axivî.

Sedat Şenoglû ewil anî ziman ku HDK’ê di cotmeha 2024’an de Lijneya Giştî pêk anî û wiha got: “Me jî wekî HDK hewldan û pratîkên ji bo aştiya civakî muhîm dibînin. Aştiya civakî yek ji sedema heyîn û hebûna HDK’ê ye. Aştiya civakî ku di nava gelan de pêş bikeve, di nava gelan de hiş û fikra aştî û demokrasiye pêş bikeve muhîm e. Em armanc dikin ku hemû gel bi hev re piştgiriyê bidin aştî û demokratîkbûna civakî. Di vê çarçoveya aştiya civakî ya nava gelan me pêdivî dît.”

Sedat Şenoglû li ser xwetevlêkirina gelan jî agahî da û wiha got: “Dem dem bindestan û gelan rolek xwe lîstin. Her dem têkilî bi çareseriyê re peş xistin. Ku bê bîra we di hevdîtinên li Îmraliyê yên 2013-2015’an de anketên cuda hatin amadekirin. Wê demê nameyên Birêz Abdullah Ocalan jî di Newrozê de hatibûn xwendin. Hewaya aştiyê pêş ketibû. Wê demê ji sedî 80-90’ê civakê nêzî hewldanên aştiyê bû. Piştgirî da pêvajoyê. Ev ji aliyê raya giştî ve hat dîtin. Lê divê tevlêbûnek bi rêxistin pêş bikeve. Divê teqez gel li vê yekê xwedî derkevin. Divê di nava gelan de hişê aştiyê û jiyana hevpar bê avakirin. Divê ev daxwaza aştî û jiyana hevpar bê rêxistinkirin. Divê teqez tevlêbûna gel bê pêşxistin. Bi taybetî di demên dawî de tişta Birêz Ocalan balê dikişîne ser gelek krîtîk e. Di serî de divê hemû partiyên li meclisê rola xwe bilîze. Dîsa divê civak, saziyên civakî û hemû hêzên muxalif xwe tev li vê pêvajoyê bike. Di vê konferansê de em hewl didin hemû beşan beşdar bikin.’

Sedat Şenoglû li ser şert û mercên Rêber Apo yên ji bo çareseriyê ji rawestiya û wiha lê zêde kir: “Êdî zelal bûye ku Birêz Ocalan muhatab e. Ji bo karibe xebatekê bike, divê şertên xebatê, şertên ewlehiyê û tenduristiyê bêne rastkirin. Tenê hevdîtina bi heyetê re têr nake. Divê bi hemû partî, rêxistinên civakî û rêxistina xwe re karibe hevdîtinê bike. Divê dawî li vê rewşa heyî bê anîn. Hat gotin ku mesele ne tenê berdana çekan e. Perspektifa Birêz Ocalan nîşan dide ku li Tirkiyeyê pirsgirêka demokrasiyê heye. Rê li pêşiya demokratîkbûna Tirkiyeyê vedike. Perspektifa Birêz Ocalan çareseriya hemû Rojhilata Navîn dixe nava xwe. Ji bo vê yekê jî divê şertên azad bên avakirin. Di qada navdewletî de jî mînaka vê yekê heye.”

Sedat Şenoglû herî dawî bal kişand ser hewldan û projeyên Rêbe Apo û wiha bi dawî kir: “Hewldanên Birêz Ocalan ên ji bo çareseriyê şenseke mezin e. Di 100 sala dawî de û îro jî têkoşînêke rast a ji bo jiyana hevpar a gelan, jiyana aram û aştiyane tune ye. Ji xeynî perspektifên Birez Ocalan ên çareserî û aştiya gelan perspektifên çareseriyê tune ye. Ji xeynî proyên birêz Ocalan projeyên çareseriye tune ye. Her tim bi înkar, bi şer û çekan pirsgirêk çareser nebûne. Hewldanên bi çekan ne mayînde ye.her tim din ava gelan de çûdakariyan zêde dike. Perspektifa birêz Ocalan a xwe dispêre Neteweya Demokratîk ji bo jiyana hevpar a gelan şenseke mezin e. Firsendeke mezin e. Ji bo gê Kurd û Tirk û Rojhilata Navîn firsendeke mezin e. Divê gelê Kurd û Tirk vê firsendê ji dest nerevînin.”

‘Projeya Abdullah Ocalan şenseke mezin e’

 

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar