Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 21 Nisan 2025

Parazvana mafê jinan hat kuştin

Parazvana mafê jinan û rojnameger Mîna Mangal li paytexta Kabîl a Afganîstanê di êrîşa çekdarî de hat kuştin

Li Afganîstanê jinek din a parazvanên mafên jinan û rojnameger li nava kolanê hat kuştin. Li herêma Mûhamme Şah Meyna ya Seyyîd Noor a weke Karte Naw tê zanîn a paytexta Kabîl a Afganîstanê, rojnameger, parazvana mafê jinan û şêwirmenda çandê ya beşa jêr a Parlamentoya Afganîstanê Mîna Mangal li gorî saeta herêmî saet 07.20’an de di êrîşek çekdarî de, hat  kuştin. Wezareta Karê Hûndir a Afganîstanê, derbarê bûyerê de daxuyanî da û aşkere kir ku Mîna Mangal ji singa xwe hatiye gule kirin û jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî çavkaniyên nûçeyên Afganîstanê, êrîşkaran bi motosikletê li ser hev du caran gule li Mîna Mangal barindine û dûre ji cihê bûyerê reviyane. Xizmên Mîna Mangal a li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da, diyar kirin ku Mangal ji bo biçe ofîsa xwe ya cihê kar li benda wesayîtê rawestiye û di vê navberê de kesên biçek gule li Mangal barandin.

Hat destnîşan kirin ku polîsan ji bo ku êrîşkaran bigirin, dest bi lêpirsînê kirin. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar