Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...
Pazar - 20 Nisan 2025

Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Parêzer Paula: Tirkiye hêza Abdullah Ocalan dît

Parêzer Paula Martin Ponz diyar kir ku fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare aştiyê bîne û wiha got: “ji bo di sêgoşeya gelê Kurd, Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de têkilî û pêvajoyeke nû rû bide, hêza Ocalan dît. Abdullah Ocalan rêberek e û bi rengekî kolektîf tevdigere. Daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan dikim.”

Aktîvîsta mafên mirovan û parêzera rêxistiniya femînîst IACTA Paula Martin Ponz ku sala 2023’an tevlî heyeta navneteweyî bû, ku li dijî tecrîda li Îmraliyê çû Tirkiyeyê, li ser hevdîtina dawî ya bi Rêber Apo re ji ANF’ê re axivî.

Paula Martin Ponz bi bîr xist ku ji bo çûyîna Îmraliyê destûr ji wan re nehate dayin û destnîşan kir ku parêzvanên mafên mirovn li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, divê li ber binpêkirina mafên mirovan rabin.

Paula Martin Ponz anî ziman ku êşkenceya li ser Rêber Apo helwestek li dijî gelê Kurd e û got, “Ev êşkence di heman demê de binpêkirina mafên mirovan a li hemberî hemû alîgirên demokrasî û têkoşîna azadiyê ye. Li Îmraliyê rewşeke ji binpêkirina mafên mirovan jî wêdetir heye. Ya ku li Îmraliyê diqewime êşkence ye. Armanca şandeya me ew bû çavdêriyê li rewşa girtiyên li wê derê bike û zextê li Tirkiyeyê bike ji bo li gorî pîvanên mafên mirovan ên gerdûnî tevbigere.”

Paula Martin Ponz destnîşan kir ku rewşa li Îmraliyê ne tenê bi Tirkiyeyê sînodar e û ragihand ku divê zext li dewletên din jî bê kirin ku hevkariyê bi Tirkiyeyê re dikin. Paula Martin Ponz got, “Ev dewlet ew dewlet in ku mohra xwe danîne binê peymanên mafên mirovan Ji her cûre êşkence û kiryarên xerab berpirsyar in.”

Paula Martin Ponz diyar kir ku hevdîtina Rêber Apo ya bi biraziyê xwe Omer Ocalan û heyeta DEM Partiyê re girîng bû û destnîşan kir ku van hevdîtinan careke din nîşan dan ku fikrên Rêber Apo ji bo gelan çiqasî girîng e. Paula Martin Ponz got, “Di heman demê de Tirkiyeyê fêhm kir ku ji aliyê civakî û siyasî ve neçar e hevdîtinê bi Ocalan re bike. Careke din aşkere bû ku Ocalan ne tenê ji bo Kurdan û Rojava, ji bo gelên bindest hemûyan kesayetekî girîng e.”

Paula Martin Ponz diyar kir ku ew ne bawer e ku tecrîd bi dawî bûye û wih domand: “Em hîn nizanin bê tecrîd hatiye rakirin an na. Tirkiyeyê ev yek gelek caran dubare kir, lê belê ji bo di sêgoşeya gelê Kurd, Birêz Ocalan û Tirkiyeyê de têkilî û pêvajoyeke nû rû bide, hêza Ocalan dît. Abdullah Ocalan rêberek e û bi rengekî kolektîf tevdigere. Di heman demê de ev çareseriya xwe jî çareseriyeke kolektîf a ji bo hemû gelan e. Dîroka van çareseriyan dinirxîne û ji bo paşerojê jî perspektîfeke girîng pêşkêş dike. Şerê ol û mezhebî yê rabirdûyê yê li Rojhilata Navîn baş şîrove kiriye û li gorî vê jî çareseriyek pêşkêş kiriye.”

Paula Martin Ponz destnîşan kir ku mîna her girtiyekî divê Rêber Apo jî karibe sûdê ji mafê hêviyê werbigire û herî dawî got, “Mafê her girtî heye ku zanibe wê kengî bê berdan. Tecrîda li ser Ocalan û jêstandina mafê hêviyê êşkence ye. Li tu devera cîhanê êşkence nayê qebûlkirin. Abdullah Ocalan ne tenê bi têkoşîna xwe ya 40 salan a ji bo Kurdan her wiha bi ‘kuştina mêrê li nava xwe’ bû mînak ji tevahiya cîhanê re. Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê dikare aştiyê bîne. Daxwaza azadiyê ji bo Abdullah Ocalan dikim. Daxwaza azadiyê ji bo girtiyên siyasî hemûyan re dikim.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar