Rejîma Îranê ji bo jinan û gel çavtirsandî bike cezayê darvekirinê li jinan dibire. Nerazîbûnên dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê ji bo Werîşe Mûradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî her ku diçin zêde dibin. Di heman çarçoveya nerazîbûnan de, 229 parêzerên Îranê dijî erêkirina cezayê darvekirinê yê Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî, nameyek şandin ji serokê dadwerê Îranê re.
Di nameya parêzeran de banga rawestandina cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî hatiye birîn, tê kirin û hate gotin ku divê carek din dosya werin lêkolînkirin.
Di heman nameya parêzeran de tê gotin; “Cezayê ji bo her sê jinan hatî dayîn, ne tenê berovajiyê pîvanên îslamî, mirovî û mafê mirovane, di heman demê berovajiyê pîvanên navneteweyî yên Îran ya li ser mafê jiyan û pêvajoya yasayê ye. Cezayê her sê jinan wê bandorê li hevsoziya neteweyî û hestên cûdakariyê bike.”
Hêjayî gotinê ye di 8’ê Çileyê (2025) de Parêzerê girtiya siyasî Pexşan Ezîzî, Emîr Reîsiyan ragihand ku Dadgeha Bilind a Îranê cezayê darvekirinê yê ku li Pexşan Ezîzî hatibû birîn erê kiriye. Her wiha diyar kir belgeyên ku wan ji bo parastina Pexşan Ezîzî pêşkêş kiribûn, ji aliyê dadgehê ve hatine redkirin.
Herwiha cezayê darvekirinê ya Werîş Mûradî ku di rûniştina wê ya di 16’ê Hezîran û 4’ê Cotmeha 2024’an de hate dîtin bi fermî ji parêzerên wê re hatiye ragihandin.
Di 13’ê mehê de Kampanya ji bo Parastina Şerîfe Mihemedî li ser medya dijîtal ragihand ku di carek din cezayê darvekirinê li girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate birîn.
Hate diyarkirin di qonaxa dubare darizandinê de ji aliyê Serokê Liqa 2’yem a Dadgeha Şoreşê ya Reşit, Mihemed Elî Derwêş Goftar ve cezayê darvekirinê ji bo girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî hate pejirandin.