Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Parêzerên Ocalan cara 808’emîn serî li serdozgeriyê dan

Parlamenterên Ocalan ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re cara 808’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan

Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan berdewam e. Ji bo hevdîtina bi Ocalan re, ji parêzerên wî Faîk Ozgur Erol, Nevroz Uysal, Rezan Sarica û Îbrahîm Bîlmez cara 808’emîn serî li Serdozgariya Komarê ya Bursayê dan.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku parêzerên Abdullah Ocalan, ji 27’ê tîrmeha sala 2011’an ve ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re her hefte bi awayeke rêk û pêk serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Lê serdozgerî her tim bi hincetên sosret ên weke ‘Muxalefeta hewayê heye’, ‘keştî xerabe ye’ , ‘keştî di tamîrê de ye’ , ‘OHAL’, ‘Xala 5275’an a der barê tedbîrên ewlehiyê de’ û hwd. serlêdana parêzeran red dike.

Di heman de ji bo hevdîtina Ocalan a bi malbat û parêzerên xwe re û rakirina tecrîdê, di 8’ê mijdara sala 2018’an de bi pêşengiya hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger dest pê kir. Çalakî pêl bi pêl mezin bû û niha li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê, li welat û derveyî welat bi tevlêbûna zêdetirî 7 hezar çalakvanan didome. Rewşa gelek çalakvanan di asta krîtîk de ye. STENBOL

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar