Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 11 Haziran 2025

Parka Koşuyoluyê dorpêç kirin

Polîsan ji bo pêşîlêgirtina çalakiya malbatên girtiyan ên ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan di greva birçîbûnê de ne, parka Koşuyoluyê bi bariyeran dorpêç kir. Polîsan welatiyên di parkê de jî derxistin

Malbatên girtiyan ji bo ku piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bal kişandina ser rewşa zarokên xwe yên di greva birçîbûnê û di çalakiya rojiya mirinê de, li Parka Koşuyolu ya Rezan Amedê rojane çalakiyê li dar dixin. Malbatên ku rojane rastî êrîşên polîsan tên, tevî hemû zextan jî çalakiya xwe berdewam dikin.

Ji bo pêşîlêgirtina çalakiya malbatên girtiyan, polîsan Parka Koşuyoluyê bi bariyeran dorpêç kir. Dorpêça polîsan a li ser parkê didome. Di heman demê de polîsan welatiyên li parkê derxistin û ketin û derketina parkê bi bariyeran girtin.

Hat zanîn ku polîs bi hinceta ‘ji me re ferman wisa hatiye’ destûr nadin ku kesek bikeve parkê û gelek wesayîtên zirxî li dora parkê bi cih kirine. AMED

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar