Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 29 Nisan 2025

Parlamenter Şîrîn Emîn bû endama Eniya Boykotkirina Malên Tirkî

Parlamentera Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn li dijî êrîşa dagirkeriyê ya dewleta tirk a li ser Rojava, bû endama Eniya Boykotkirina Malên Tirkî. Emîn bang li gel û nûnerên siyasî yên Başûr kir ku bi çalak tev li boykotê bibin

Di 20’ê cotmehê de li navçeya Kelar a Germiyanê komeke çalakvanên civaka sivîl, mamosta û rewşenbîran li dijî dagirkeriya dewleta tirk a ser rojavayê Kurdistanê Eniya Boykotkirina Malên Tirkî ava kirin. Her wiha endama Parlamentoya Herêma Kurdistanê Şîrîn Emîn a li ser fraksiyona Tevgera Goran, bû endama Eniya Boykotkirina Malên Tirkî.

Têkildarî mijarê Şîrîn Emîn axivî û wiha got: “Em weke Tevgera Goran bi her awayî li dijî dagirkeriya dewleta tirka faşîst in. Li dijî komkujî û dagirkeriya dewleta tirk a li ser Rojava, ez bang li hemû partiyan, li hikûmeta Başûr û gelê me dikin ku dengê xwe bilind bikin. Ez parlamentera Kurdistanê me û bûm endama Eniya Boykotkirina Malên Tirkî. Ez ê bi awayeke çalak tev li boykotkirina malên tirkî bibim. Bi vê pêngavê gelek keyfxweş im.”

Bang li gel û siyasetmedaran kir

Di berdewamê de jî Emîn anî ziman ku ev pêngava boykotkirinê, şoreşek spî ye û wiha bi dawî kir: “Ji bo lawazkirina aboriya dewleta tirk gavekî pratîkî ye. Li dijî dagirkeriya dewleta tirk ev gavekî bihêz e lê mixabin hinek derdor hewl didin vê pêngavê biçûk bikin. Ez bang li hemû rêveberên siyasî yên kurd û hikûmetê dikim ku bi awayeke çalak tev li vê boykotê bibin. Divê ne tenê gel, nûnerên siyasî jî tev li vê pêngavê bibin. Divê hemû cîhan vê helwesta li dijî dagirkeriyê bibîne.” GERMIYAN

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar