Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Parlamenter Vanîna: Rêber Apo sembola hemû gelan e

Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîasî diyar kir ku pêkanînên li dijî Rêber Apo sûcê li hemberî têkoşîna azadiya gelan e û got: "Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û azadiya wî ji bo hemû gelên bindest sembol e."

Rêberê Gelan Abdullah Ocalan 26 sal in li Îmraliyê di bin tecrîda mutleq de tê girtin û didome. Piştî 44 mehan parlamenterê DEM Partiyê Omer Ocalan di 23’yê cotmehê de bi Rêber Apo re hevdîtin pêk anî. Piştî hevdîtina ku di encama têkoşîna navneteweyî ya li dijî tecrîdê de hat lidarxistin de çêbû, careke din cezayê qedexeya hevdîtina bi malbatê re hat birîn.

Parlamentera Partiya Karkeran a Arjantînê Vanîna Bîaîsî ku îmze danî bin “Kampanyaya Azadiyê” ya ku ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan li Arjantînê hat destpêkirin, ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî.

Vanîna Bîasî da xuyakirin ku wekî Partiya Karkeran, ew bi gelê kurd re hevdeng in û got ku di sala 2018’an de bi organîzekirina meşekê ber bi Balyozxaneya Tirkiyeyê ya li Buenos Aires a paytexta Arjantînê, sûcên Tirkiyeyê yên li dijî kurdan şermezar kirine. Vanîna Bîasî da zanîn ku piştî vê pêvajoyê tevgera jinên kurd bi wan re têkilî daniye û bi hev re hevdîtin pêk anîne û got ku ew tecrîda li ser Rêber Apo red dikin.

Vanîna Bîasî diyar kir ku ew tecrîda sîstematîk a li ser Rêber Apo tê meşandin red dikin û got: “Em astengkirina ‘mafê hêviyê’ yê Abdullah Ocalan qebûl nakin. ‘Mafê hêviyê’ ne girêdayî pejirandin û destûra tu dewletekê ye. Em azadiya fizîkî ya Ocalan diparêzin, ji ber ku girtina wî hem neheqî ye, hem nemirovî ye û hem jî çewisandineke aşkere ya siyasî ye. Ocalan sembola têkoşîna azadiyê ya gelê kurd e û azadiya wî ne tenê ji bo gelê kurd, ji bo hemû gelên bindest sembol e.”

Vanîna Bîasî bal kişand ser zextên li ser kurdan û wiha domand: “Demeke dirêj a girtina Ocalan, girtina siyasetmedarên din ên kurd û tayînkirina qeyûman li şaredariyên kurdan, zilma dewleta tirk û Erdogan e. Ev pêkanîn nîşaneya siyaseta paşverû û zordar e, ev rejîm daxwazên netewî yên gelê kurd înkar dike û bi awayekî sîstematîk çîna karkeran tepeser dike. Em van hemû polîtîkayên zext û zilmê, bi tundî şermezar dikin.”

Vanîna Bîasî diyar kir ku qedexeya hevdîtina malbat û parêzeran a ji bo Rêber Apo tê wateya tunehesibandina mafên demokratîk û got ku ev rewş nayê qebûlkirin. Vanîna Bîasî got: “Ev pêkanînên li dijî Ocalan sûcê li hemberî têkoşîna azadiya gelan e.”

Vanîna Bîasî da zanîn ku armanca wan bi êrişan ew e ku têkoşîna gelê kurd bê moral bikin û got ku li aliyê din wê têkoşîna azadiyê hîn xurtir bibe. Vanîna Bîasî bilêv kir ku Rêber Apo ji bo pirsgirêka kurd çareseriyek pêşkêş kiriye û got ku divê ev pêşniyaza çareseriyê û maf û daxwazên kurdan bên qebûlkirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar