Aştiyek çawa?

Aştî; li hevhatin û lihevkirina du aliyan e.  Bi rêya diyalog, hevdîtin û navbeynkaran çareseriya pirsgirêkan e. Ji bo aştî pêş bikeve jî divê...

Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Perşembe - 13 Şubat 2025

Parlamentera Fransayê: OPCW divê li hemberî êrîşa kîmyewî bikeve nava tevgerê

Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon bang li OPCW kir ku li hemberî êrişên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî bikeve nava liv û tevgerê.

Parlamentera Partiya Kesk a Fransayê Marie Pochon li ser Twitterê daxuyaniyek da û bal kişand ser êrîşên dewleta tirk ên bi çekên kîmyewî.

Marie Pochon di peyama xwe de wiha got: “Di 13’yê çileya 1993’yan de li Parîsê Peymana Qedexekirina Çekên Kîmyewî hat îmzekirin. Tirkiye jî di nav de 165 welatan mohra xwe danîn binê peymanê. Saziya navneteweyî ya ji bicihanîna peyamên berpirsyar e OPCW ye.

Cîhan li pêşberî rejîma Esad a ku bi çekên kîmyewî êrîş bir ser serhildêr û sivîlan matmayî ma. Ji hingî ve şer gihîşt asta herêmî. Di vir de bi taybetî du aktor me eleqedar dike: Hêza çekdar a PKK’ê HPG û Tirkiye ku berpirsyariya xwe ya li ser nearamkirina herêmê û tundiyê zêde dibe.

HPG’ê h ragihand ku ji ber êrîşa Tirkiyeyê ya bi çekên kîmyewî 17 kesên li nava refên wan jiyana xwe ji dest dane. Êş û mirina ji ber van çekan di asteke metirsîdar de ye. Ji ber vê yekê ev çek hatine qedexekirin û bikaranîna wan weke ‘sûcê şer’ hatiye pênasekirin.

HPG dibê Tirkiyeyê berpirsyariyên xwe yên navneteweyî binpê dike û sûcê şer dike. OPCW berpirsyar e ku ji bo aşkerakirina rastiyê û pêkanîna edaletê di dema herî kurt de lêkolînê bike. Ev sûcdarî cidî ne û sûcên gelekî giran e.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar