Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Cuma - 13 Haziran 2025

Parlamenterên HDP’ê çûn serdana malbata Beçet

Parlamenterên HDP’ê malbata girtiya siyasî Ayten Beçet a ku ji bo rakirina tecrîda li ser Ocalan çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, ziyaret kir

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Dîlokê Mahmut Togrul û parlamenterên HDP’ê yên Rihayê Omer Ocalan û Ayşe Surucu, malbata girtiya siyasî Ayten Beçet ku ji bo rakirina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê çalakiya fedaî pêk anî û jiyana xwe ji dest da, ziyaret kir.

Parlamenterên ku li HDP’a navçeya Şahînbey a Dîlokê kom bûn, piştre jî derbasî mala malbata Beçet a li taxa Akdereyê bûn. Şandeya HDP’ê sersaxî ji malbatê xwest. Di dema ziyaretê de dayika Beçet, Fatma Beçet axivî. Di dema axaftina dayika Fatmayê de kêliyên hestiyar çêbûn.

Dayika Fatma Beçet diyar kir ku keça wê ne tenê şehîda wan, şehîda hemû kurdan e û wiha domand: “Ez bang li rayedarên dewletê dikim ku dawî li tecrîdê bînin. Dilê me bi aştiyê re ye. Em mirinan naxwazin. Îro keça min mir lê dibe ku sibe mirinên din jî çê bibin. Ji bo ku tu mirinên din çênebin, divê dengê çalakvên di greva birçîbûnê de bê bihîstin.”

Parlamenteran jî sersaxî ji malbatê xwest û peyamên piştgiriyê dan. DÎLOK

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar