Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

Parlamenterên PE: Bila alîkariyên ji bo Tirkiyeyê werin sekinandin

Navenda Nûçeyan |

Li Parlamentoya Ewropayê bi navê ‘Li Behra Spî îstîkrar, ewlekarî û rola neyînî ya Tirkiyeyê’ rûniştineke desteya giştî hate lidarxistin.

Di rûniştinê de polîtîkayên dagirker ên ku Tirkiye li Behra Spî ya Rojhilat û Lîbyayê bi zimanekî tund hate rexnekirin. Gelek parlementeran diyar kirin ku Tirkiye ‘rejîmeke otorîter e’ û bila muzakereyên bi Enqereyê re werin sekinandin. Bang hate kirin ku bila alîkariyên malî yên Neteweyên Yekbûyî jî were sekinandin.

Raportorê NY’ê li Tirkiyeyê û parlamenterê îspanyol Nachos Sanchez-Amor diyar kir ku divê Tirkiye hurmetê nîşanî normên Ewropayê bide.

Serokê Koma Demokratên Xirîstiyan, parlamenterê alman Manfred Weber jî xwest ku bila dawî li muzakereyên endamtiyê yên bi Tirkiyeyê re were anîn.

Li ser navê koma Renew a xwedî meyleke lîberal, parlamentera fransî Nathalîe Loîseaû got ku Tirkiye li gorî nirxên Ewropayê tevnagere û bi dijminatî tevdigere.

Li ser navê Koma Komunîst (GÛE) parlamentera alman Ozlem Demîrel jî wiha got: “Hûn mafdar in ku Tirkiyeyê rexne dikin, nexwe divê tu kes çekan nefiroşe Tirkiyeyê.”

Endamê Koma Demokratên Sosyal, parlamenterê Kibrisê Costas Mavrîdes jî rexne kir ku Almanya çekan difiroşe Tirkiyeyê û diyar kir ku Tirkiye van çekan li dijî nirxên Ewropayê bikar tîne.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar