Komplo û azadiya gelan

Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd ji destpêka avabûnê heyanî roja îro di gelek pêvajoyên zehmet re derbas bû. Têkoşîna bi pêşengiya Rêber Apo destpê kir,...

Aştî nebe, bijarteya serxwebûna erdnîgariyê heye!

Çav li bendê ye ku di 15'ê Şibatê de Rêber Ocalan peyameke dîrok bide ku bibe wesîleya destpêkirina dawî anînan li tundûtujiyê. Li aliyê...

Çarşamba - 12 Şubat 2025

Parlamenterên Swîsreyî banga parastina Rojava kirin

Parlamenterên Swîsreyî diyar kirin ku êrîşên li ser Rojava dibe sedem ku komên tundrew ên mîna DAIŞ’ê ji nû ve bi ser xwe de bênû û bang li Konseya Federal kirin ku li hemberî êrîşên dewleta Tirk a dagirker bikeve nava liv û tevgerê.

Dewleta Tirk û çeteyên wê DAIŞ-SMO’yê bi hilweşandina rejîma Esad re êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijwartir kirin. Li hemberî êrîşên dagirkerî û îlhaqkirinê nerazîbûna li qada navneteweyî didomin. Parlamenterê Parlamentoya Federal ê ji Partiya Sosyalîst a Swîsreyê û endamê Komîsyona Têkiliyên Derve Fabian Molina, Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Lîberal-Radîkal Alex Farinelli, Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Yekîtiya Demokratîk a Federal Erich Vontobel, Parlamenterê Parlamenta Federal ê ji Partiya Keskan Balthasar Glaettli û Parlamenterê ji Franksiyona Navendî (Die Mitte) Stefan Muelller-Altermatt bi pêşnûmeya ku pêşkêşî Konseya Federal kirin, bal kişandin ser êrişan.

Parlamenterên Swîsreyî bal kişandin ser gefên êrişê yên li ser Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin ku li hemberî êrişan bikeve nava liv û tevgerê.

Di pêşnûmeyê de hate ragihandin ku êrişên dewleta Tirk ên li ser qadên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê metirsiyê dixe ser aramiya herêmê û hate gotin: “Êriş li hemberî Kurd, Ermen, Suryan, Êzidî, Xiristiyanan metirsiyeke cidî ye.

Êrîşên li ser herêmê şaneyên DAIŞ’ê ji nû ve xist nava liv û tevgerê. Di heman demê de dikare bibe sedem ku komên tundrew ên mîna DAIŞ’ê ji nû ve bi ser xwe de bên û bibe sedema tevgereke nû ya penaberiyê. Ji ber kevneşopiya xwe ya alîkariya mirovî û berpirsyariya xwe ya di çarçoveya hiqûqa navneteweyî de Swîsre berpirsyar e ku bêyî bêalîbûna xwe binpê bike ji bo dawî li vê tundrewiyê bigire bixebite.“

Parlamenteran di pêşnûmeyê de herî dawî ev bang li Konseya Federal a Swîsreyê kirin: “Konsey ji bo parastina hindikahiyên etnîkî û olî yên li Sûriyeyê û dawîanîna li êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo kêmkirina rageşiyê di çarçoveya bêalîbûna xwe de divê amûrên polîtîkaya derve hemûyan bi kar bîne.”

Ji pênc partiyên siyasî yên cuda gelek parlamenteran mohra xwe danîn binê pêşnûmeyê ku pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê hate kirin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar