Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

Partiyên Rojava xwestin dawî li dagirkeriya tirkan bê anîn

32 partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestin ku NY dawî li dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Sûriyeyê bînin.

32 partî û tevgerên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi daxuyaniyekê, banga bidawîkirina dagirkeriya dewleta tirk a li ser axa Sûriyeyê kirin. Daxuyanî li ber avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişloyê pêk hat, nûnerên partiyan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û endamên Kongra Star beşdar bûn. Beşdaran wêneyên şehîdên Komkujiya Cindirêsê, şaxên zeytûnê û alên partiyan hildan.

Di çalakiyê de daxuyaniya 32 partî û tevgerên ku 23`yê adarê di civîneke çapemeniyê ya hevbeş de ku li Navenda Lêkolînan û Têkiliyên Dîplomasî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Qamişloyê daye, dîsa hate xwendin.

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed û sekreterê Partiya Demokratîk a Kurd li Sûriyê (Partî) Nesredîn Îbrahîm û endamê Partiya Yekitiya Suryanî Calînos Îsa daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de 32 partiyan bang kir ku dagirkeriya tirk a li ser axa Sûriyeyê bi dawî bibe û destnîşan kir ku Tirkiye û Îtîlaf berpirsên Komkujiya Cindirêsê ne ku çeteyên dewleta tirk a dagirker şeva Newrozê li Cindirêsê pêk aniye û di encamê de 4 welatî ji heman malbatê şehîd bûn. Partiyan bang li pêkanîna yekîtî û hevgirtinê ji bo bidawîkirina dagirkeriya tirk a li ser herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî kir.

Piştî bidawîbûna xwendina daxuyaniyê, şandeyeke 32 partiyan, nameyeke nerazîbûnê bi zimanî îngîlîzî radestî Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê kir.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar