Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Salı - 22 Nisan 2025

PDK bi fermana dewleta tirk rêya 53 gundên Biradost girt

PDK bi fermana dewleta tirk a dagirker rêya 53 gundên herêma Biradost girt û qedexeya hatin û çûyînê ragihand

Navenda Nûçeyan |

Ji berî çend rojên borî, hêzên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi fermana dewleta tirk a dagirker rêya 53 gundên Biradost a girêdayî Hewlêrê girtin.

Li gorî zanyariyên, PDK’ê bi rêya danîna axê li ser rêyan û bicihkirina hêzên pêşmergeyên ser bi Fermandariya Helgurt a li derdora gundan, heta niha rêya hatin û çûyîna 53 gundên Biradost girtiye. Her wiha qedexeya hatin û çûyînê ragihand. Hinek ji wan gundan ev in; Bêrkim, Deraw, Sinîn, Berbizin, Mêrgereş, Bêrkim û Navdaruk ên dikevin bajaroka Sîdekan a herêma Biradostê.

Li gorî zanyariyan, dewleta tirk ji PDK’ê re ragihandiye ku welatiyên wan herêman hişyar bike ku her welatiyek ji berî ku biçin sînorê wan gundan, hêzên PDK’ê agahdar nekin, dê rasterast bibin hedefa balafirên şer.

Girtina rêya van gundan ji bo welatiyên li wan gundan sewalvaniyê û çandiyê dikin bûye pirsgirêk. Bi awayek azad nikarin serdana, rez û bexçeyê xwe bikin û sewalên xwe biçêrînin.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar