Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 8 Haziran 2025

PDK bin siya xiyanetê de sûcê şer dike

Artêşa tirk li Girê Amediyê dema ku bi çekên kîmyewî êrîş dibir ser tunelên şer ên li Şehîd Pîrdogan bi kamerayan hate kişandin. Li heman qadê PDK hewl dide bi kepçeyan rê ber bi tunelan çêbike.

Malbata Barzanî û PDK ji dewleta dagirker a tirk bêhtir dijminatiya kurdan dike û di qirkirina kurdan de rolê dilîze. Gerîlayên azadiyê yên HPG-YJA Starê îxaneta PDK’ê her roj bi dîmenan bi belge dikin. Ji van dîmenên ku 4’ê mijdara 2023’yan hatine kişandin diyar dibe ku leşkerên tirk li ser Girê Amediyê li dijî tunelên şer ên Şehîd Pîrdogan gazên kîmyewî bi kar tîne. Ji tunelên gerîla gaz bilind dibe. Li gel vê êrîşê kepçeyên PDK’ê jî ber bi tunelan ve rê çêdike.

Li tunelên şer ên li Girê Amediyê yên li herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, yek ji berxwedanên herî mezin ên dîroka têkoşîna azadiyê tê kirin.

Ji meha gulanê ve êrîşî Girê Amediyê dikin

Artêşa dagirker a tirk di 25’ê gulana 2022’an de di çarçoveya operasyona dagirkeriyê de ya li herêma Rojavayê Zapê, hêzên xwe li Girê Amediyê danî bû. Çeteyên artêşa tirk ji meha gulanê heta meha kanûna 2022’an bi her cûreyî sûcên şer kirin, pîvan û exlaq binpê kirin, lê belê berxwedêrên tunelan ên li vî girî û tîmên gerîla yên bi tevger ne tenê gir parastin, her wiha artêşa tirk ji vî girî qewirandin.

Artêşa tirk di kanûna 2022’an de neçar ma ku di serî de ji Girê Cûdî, Girê Amediyê, ji tevahiya herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl vekişe û bi rengekî dîrokî têk çû. Lê belê di îlona 2023’yan de bi piştgiriya lojîstîkî û alîkariya xiyaneta PDK’ê careke din dest bi hewldana dagirkirina vê qadê kir. PDK’ê ji bo artêşa tirk rê çêkir, li kêleka qereqolên xwe çeper ji dagirkeran re çêkir û cihên ku helîkopterên skorsky karibin xwe lê dîne bi kepçeyan amade kir.

Timî tê gotin ku ti eleqeya PDK’ê bi kurdîtiyê nemaye. Halbûkî ji van dîmenan tê fêhmkirin ku têkiliya PDK’ê ne tenê bi kurdîtiyê re nema ye, di heman demê de ti têkiliya xwe bi mirovahiyê re jî nema ye.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar