Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 15 Haziran 2025

PDK çeperên xwe yên li Mexmûrê zêde dike

Ew hêzên ku di nava çend rojên dawî de PDK li herêma Mexmûrê bi cih kirine hîn venekişandiye. Cîgirê Berpirsê Malbenda YNK’ê ya Mexmûrê Reşad Gelalî li ser mijarê wiha got: “Hêzek pir mezin e û pir çek in, çeperan zêdetir ava dikin. Di nava baregehan de hamer û çekên giran bi cih kirine.”

Ji berî çend rojan Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK), hêzên Roj, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Leşkerên Gulan û leşkerên taybet şand li herêmên Kendîna, Giwêr û Sergeran a Mexmûrê. Li van herêman gelek bîrên neftê hene.

Cîgirê Berpirsê Malbenda Yekitiya Nîştimaniya Kurdistanê (YNK) ya Mexmûrê Reşad Gelalî li ser mijarê axivî û wiha got: “Ew hêz ji hêzên Roj, Partiya Azadî ya Kurdistanê, Leşkerên Gulan pêk tên. Li herêmên bajaroka Dîbeka, Giwêr û Melaqere hatine bicihkirin. Hêzek mezin û pir çek in. Dest bi çêkirina çeparan kirine. Li dirêjiya çiyayê Qeredaxê çeper çêkirine. Ji Dîbeka heta Mûsilê çeper çêkirine. Dem dem baregehan ava dikin û hamir û çekên giran têde bi cih dikin.”

Gelalî aşkera kir ku her çiqas ji berî 72 saeta Amerîka û Fransayê derbarê liv û tevgera hêzên PDK’ê yên li herêma Mexmûrê hişyarî dan ku PDK’ê hêzên xwe vekişîne, lê hîn li cihê xwe ne û ji bo mayîna xwe amadekariyek berfireh dikin.

Reşad Gelalî têkildarî peywendiya wan hêzên a bi YNK’ê re jî ev tişt anî ziman: “Piştî sala 2003’yan ve ji derveyî Yekîneyên 80 ên PDK’ê tu hêzek din a pêşmergeyan li vê herêmê nîn e. Ev sînor yekalî girtiye dest. Ew hêz jî ser bi PDK’ê ne û bi biryara PDK’ê hatine. Tu peywendiya wan bi YNK’ê ve nîne.” MEXMÛR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar