Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

PDK êdî bi awayekî aşkere li ser çapemeniyê banga qirkirina kurdan dike

PDK ya xwe wek partiyek kurd dida nîşandan, êdî îxaneta xweyî dijî kurdan bi awayekî aşkere li ser çapemeniyê dide nîşandan. PDK ya ku bi gelek rê û rêbazê hevkariyê bi artêşa dewleta tirk a dagirker re dike, vê carê bi rengekî aşkere û li ser çapemeniyê bang li dewleta tirk kir ku bikeve nava başûrê Kurdistanê û êrîşan bike.

PDK ku bi hevkariya xwe ya bi dewleta tirk a dagirker re di nava raya giştî ya Kurdistanê de bûye cihê nerazîbûnê, ji aliyê tetîkkêşiya dewleta tirk ve sînoran nas nake.

Herî dawî dîmenê yek ji endamên Komîteya Navendî ya PDK’ê Elî Ewnî hate weşandin ku yekser bang li dewleta tirk a dagirker dike ku bikevin nava xaka başûrê Kurdistanê û êrîşan bike.

Di dîmen de ku ji aliyê Medya Haberê ve hate weşandin, ji serkêşên PDK’ê Elî Ewnî ji televîzyoneke nêzî PDK’ê re diaxive û bi rengekî aşkere dagirkeran vedixwîne axa başûrê Kurdistanê ji bo komkujiyan bike.

Ji serkêşên PDK’ê Elî Ewnî ji dewleta tirk dixwaze ku di bin navê êrîşa li dijî kadroyên PKK’ê de bi droneyan, bi rêya ezmanî û gelek rê û rêbazên din êrîşî bi hezaran geştiyarên li herêma Ahmedawa bike.

Serkêşê PDK’ê her wiha herêmên Ranya, Derbendîxan, Qeladizê û Bradostê ji bo dewleta tirk a dagirker dike hedef û ji dewleta tirk dixwaze ku li van herêman êrîşan bike.

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar