Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazartesi - 9 Haziran 2025

PDK li qadên gerîla amadekariya ji bo çi dike?

Li gorî dîmen û çavkaniyên xwecihî, PDK hêzek zêdetir sewqî girê Çarçêla û girê Hekarî yê Metînayê kiriye û li hemberî gerîlayên HPG’ê çeperên xwe qayîm dike

Li gorî çend dîmenên ku Ajansa Rojnewsê bi dest xistiye, ji aliyê PDK’ê ve sewqiyata leşkerî ya ber bi girên Çarçêla û Hekarî yên Metîna ve destpêkiriye û çeperek mezin û bi hêz çêkirine ji bo herêmên asê û ji bo vekirina rê bi dehan makîne kar dikin.

Sewqiyata leşkerî ya PDK’ê ya ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê û êrîşên DAIŞ’ê yên li ser hêzên pêşmerge di heman demê de ne. Fermandarên pêşmergeyan diyar dikin ku ji bo çêkirina çeper û pêwîstiyên pêşmergeyan bûdçeya pêwîst nîne, lê ji bo vekirina rêyên ber bi qadên gerîla ve ku gelek asê ne bûdçeyek zêde xerc dikin û gelek çeperên qayîm çêkirine.

Ew herêmên ku PDK hêzên çekdar sewq dike û ji bo rê çêdike, girên Çarçela û Hekarî yên Metîna ne ku di encama êrîşên hewayî yên dewleta tirk a 5’ê hezîranê de 5 pêşmergeyên PDK’ê di wesayîtekê de jiyana xwe ji dest dan.

Di destpêka êrîşa dewleta tirk de, çapemeniya PDK’ê aşkera kir ku êrîş ji aliyê dewleta tirk ve pêk hatiye, lê piştre nûçe paşve vekişandin û xistin stûyê gerîla. PKK’ê êrîş red kir û ji bo destxistina rastiyê bang kir ku komîsyonek ji bo lêkolînê biçe cihê bombebaranê.

Piştre Lijneya Hevbeş a Parlamentoya Herêma Kurdistanê û Iraqê serdana wî cihî kir, lê berpirsên PDK’ê ji bo rastî aşkera nebe, ew wesayîta ku têde pêşmergeyan jiyana xwe ji dest dan, ji vê lijneya hevbeş veşart. SILÊMANÎ

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar