Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Çarşamba - 23 Nisan 2025

‘PDK li şûna wijdanê guh didin cuzdana xwe’

DEM-NED’ê diyar kir ku xiyaneta PDK’ê êdî tu sînoran nas nake û got: “Rêveberên PDK’ê li şûna wijdanê guh didin dengê cuzdana xwe, li hemberî dagirkirina welatê xwe û bi cih bûna mêtingeran deng dernaxîne.”

Konseya Civaka Kurd a Demokratîk a Hollandayê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Îro dewleta tirk a mêtinger û faşîst têkildarî qirkirinekê plana xwe dixe dewrê. Di demek wisa de bi aşkere xuya dibe ku hin kesên di nava PDK’ê de nûneriya berjewendiyên dewleta tirk dikin. Alî Ewnî bi daxuyaniyên xwe yên dawî li ser xeta hevkarî û xiyanetê cih digire.”

‘Divê PDK dest ji vê xeta xiyanetê berde’

Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin diyarkirin:

“Di rojên dawî de zêdebûna hevdîtinên dewleta tirk û PDK’ê, nîşa dike ku wê di demek nêz de pêvajoyekî nû ya şer destpê bike. Gel û nûnerên wê, dê destpêkê welatên xwe biparêzin û li dijî dagirkeriyê li ber xwe bidin. Lê rêveberên PDK’ê li şûna wijdanê guh didin cuzdana xwe, li hemberî dagirkirina welatê xwe û bi cih bûna mêtingeran deng dernaxîne. Li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê dikeve nava tevgerê.

Weke welatparêzên Kurdistanê em bang dikin ku PDK dest ji vê xeta xiyanetê berde û ji bo ku welatê xwe ji mêtingeran rizgar bikin bila li gel Tevgera Azadiya Kurdistanê hevkariyê bikin.

Cihê me yê di rûpela dîrokê de, wê ne li gorî niyetên me li gorî pratîka me dê were diyarkirin.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar