Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

‘PDK û YNK dixwazin sermayeya Kurdistanê di nav xwe de parve bikin’

Endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Hêmin Şêxanî diyar kir ku PDK û YNK dixwazin sermayeya Kurdistanê di nav xwe de parve bikin

115 roj bi ser hilbijratinên parlementoya Herêma Federal Kurdistanê re derbas bûn. Lê heya niha tu hêviyek ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê çênebûye.

Li ser vê mijarê endamê Civata Niştimanî ya Tevgera Goran Hêmin Şêxanî ji Rojnews’ê re axivî û wiha got: “Bêguman baca herî zêde ya dereng avakirina hikûmeta nû ya Herêma Kurdistanê xelkê Kurdistanê dide. Pêwîst dike ku xelkê Herêma Kurdistanê partiyên siyasî ceza bikin. Bi taybetî ew ên ku rê li pêşiya kabîneya nû ya hikûmetê digirin.”

Têkildarî astengiyên ji bo avakirina kabîneya nû ya hikûmetê Hêmin Şêxanî wiha axivî: “Weke tê zanîn astengiyên ku hene ev 28 sal in başûrê Kurdistan ji aliyê PDK û YNK’ê ve tê birêvebirin. Hîn heya niha jî ev her du hizb hêza yekem û dûyemîn in. Wan di dema borî de nexwestiye xizmetê ji gel re bikin. Çawa di dema borî de li gel Bexda lihevkirinên stratejîk kirine, niha jî bi heman şêweyî hewl didin sermayeya Kurdistanê bi ser her du hêzên siyasî (PDK û YNK) de parve bikin.”

Li ser pirsa Goran dikare divê kabîneyê de bernameya xwe bin cih bike û îhtimala dubarenebûna bûyerên di kabîneya ji beriya niha heye, Hêmin Şêxanî wiha got: “PDK’ê hinek soz ji Tevgera Goran re dane. Goran dixwaze hikûmetê bixe xizmeta gelê Kurdistanê. Heya niha me wekî Civata Niştimanî û Tevgera Goran biryar nedaye ka em ê beşdarî hikûmetê bibin an na. Em dixwazin bizanibin gelo em ê bibin hevbeşê hikûmetê yan na. Her wiha em dixwazin di hemû beşên bingehîn ên hikûmdariyê de li gorî mafê xwe beşdarî xizmeta gelê xwe û xaka Kurdistanê bibin.” HEWLÊR

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar