Rêxistinî hêz û serkeftinê tîne 

Rêberê Gelê Kurd Rêber Abdullah Ocalan ji salên 1970'yî heta niha li ser girîngî û wateya rêxistin û rêxistinkirinê radiweste. Destnîşan dike ku sedema...

Neteweperestiya aborî

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump bi polîtîkaya xwe ya bacên zêde yên gumrigê bandorek mezin li aboriya gelek welatan kir. Donald Trump...

Pazar - 20 Nisan 2025

PDK xiyanetê li şehîdan û Kurdistanê dike

Şêniyên Amûdê diyar kirin ku PDKˈê başûrê Kurdistanê firotiye dewleta tirk a dagirker û ev tişt anîn ziman: “PDK jî li ser axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan xiyanetê dike. Em ê welatê xwe ji xayîn û neyaran biparêzin û dawî li xayînan bînin.”

Malbata sîxur a Barzanî û çeteyên wê di xizmeta dagirkerên Kurdistanê de ne. Bi taybet jî di êrîşên dagirkerî û îlhaqkirina başûrê Kurdistanê yê dewleta tirk de rola xayintî û hevkariyê girtine ser xwe. Şêniyên ji bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê bertek nîşanî xayintî û sîxurtiya malbata Barzanî û PDKˈê da. ku di êrîşên dagirkirinê de tevkariya dewleta tirk a dagirker dike û xiyanetê li kurdan dike. Şêniyên ji bajarê Amûdê ya kantona Cizîrê bertek nîşanî xayintî û sîxurtiya malbata Barzanî û PDKˈê dan.

Şêniya bi navê Ezîze Hec Cûlî tevkariya PDKˈê ya bi dewleta tirk a dagirker re wekî ˈXiyaneta herî mezinˈ bi nav kir. Ezîze anî ziman ku êrîşên dewleta tirk ên li ser bakur û rojhilatê Sûriyeyê jî bi besteka PDKˈê tên kirin û got: “Yên bi dewleta tirk re êrîş pêşengên şoreşa bakur û rojhilatê Sûriyeyê dikin, xayîn û ajan in. ”

Eîze Hec Çûlî anî ziman ku dê welatê xwe ji xayîn û dijminan biparêzin û ev peyam da “Îradeya me naşkê. Em ê pêkhateyên herêmê xwişk û bira ne. Em ê welatê xwe ji xayîn û neyaran biparêzin û dawî li xayînan bînin.”

Şêniyê bi navê Ebdulbaqî Dawê jî bal kişand ser êrîşên dewleta tirk a dagirker ên li ser gerîlayan û tevkariya PDKˈê ya di van êrîşan de û got: “Dewleta tirk a dagirker şerê gerîlayên PKK`ê yên ku Herêmên Parastinê yên Medyayê diparêzin dikin. PDK jî li ser axa ku bi xwîna şehîdan hatiye avdan xiyanetê dike.”

Dawê bang li PDK`ê kir ku dev ji xiyanetê berde. Her wiha bang li gelê başûrê Kurdistanê kir ku li dijî xiyanetê rabin û wiha domand: “Heta ku PDK dev ji vê xetê berde em ê li hember xiyanetê bisekinin.”

Civîn Hebîb jî bi bîr xist ku dewleta tirk a dagirker ji dema osmaniyan ve hewl dide bi rêya xayînan armancên xwe pêk bîne û got: ” Niha jî careke din destê xwe dide dewletên din da ku armancên xwe li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyeyê bi cih bîne.”

Şêniya bi navê Zekiye Derwîş jî wiha axivî: “Em şerm dikin bêjin PDK`ê partiyeke kurd e. PDKˈê başûrê Kurdistanê firotiye dewleta tirk a dagirker ku bi dehan baregeh tê de ava kirin. Şerm e PDK wisa dike. Divê dev ji xiyanetê berde.”

- Arşîva Rojnameyên Kurdî-spot_img

Nûçeyên Têkildar